Li dijî avahiya Ewlekariya Netewîya Sûriye êrîş

Li dijî avahiya Ewlekariya Netewîya Sûriye êrîş

Di êrîşa xwekujî ya li paytexta Sûriye Şamê li hemberî avahiya Ewlekariya Neteweyî pêk hat de zavayê Serokdewletê Sûriye Beşas Esad Asef Şewket û di heman demê de Wezîrê Parastinê mir. Du rêxistinan ev êrîş girt ser xwe.

Televîzyona dewletê îro ragihand ku di encama êrîşa li hemberî avahiya ewlekariyê ya Sûriyeyê pêk hat de zavayê Esad Asef Şewket mir. Beriya niha hatibû ragihandin ku Wezîrê Parastinê yê Sûriye Dawud Rajha jî miriye.

Li gorî çavkaniyek nêzî hêzên ewlekariyê, Şewket di nexweşxaneyek a Şamê de mir. Bi vî awayî Şewket û Rajha bûn rayedarên herî payebilind ên Sûriyeyê yên ku di bûyerên ji adara 2011 ve li Sûriyeyê diqewimin.

WEZÎRÊ NAVXWEYÎ BIRÎNDAR BÛ

Çavkaniyên ewlekariyê, ragihandin ku di êrîşê de Wezîrê Navxweyî Mihemed Îbrahîm Şaar, Şefê Ewlekariya Neteweyî Hîşam Îxtiyar û alîkarê serok Hesen Tirkmen, jî birîndar bûne. Televîzyona dewletê jî ragihand ku rewşa Wezîr Navxweyî baş e.

YÊ ÇALAKIYA XWEKUJÎ PÊK ANÎ PEWIRDARÊ EWLEKARIYÊ BÛ

Dîsa çavkaniyeke ewlekariyê ragihand ku kesên ku êrîşa xwekujî pêk anî, kesek nêzî ewlekariya Beşar Esad bû. Û tê diyarkirin ku bombeyan di dema ku wezîr û rêveberên ewlekariyê di civînê de bûn teqandiye.

DU RÊXISTINAN GIRT SER XWE

Rêxistina îslamî ya bi navê Lîwa el Îslam, di daxuyaniya li ser Facebookê belav kir de çalakiyê girt ser xwe. Artêşa Azad a Sûriyeyê ku ji aliyê welatên rojava, Tirkiye, Qetar û S. Erebîstan ve tê destekkirin ragihand ku wana çalakî li dar xistine. Berdevkek artêşa Azad got; “Volkana ku me qala wê dikir, ev bû, ev hîna destpêk e.”

RÛSYA: KARÊ NY’YÊ BI ŞOREŞÊ RE TUNE YE

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku welatê wan destûr nade ku NY, di Konseya Ewlekariyê de der barê Sûriyeyê de biryarekê bide. Lavrov piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re pêk anî bersiv da pirsên rojnamevanan û diyar kir ku biryarek wiha tê wateya ku NY piştgirî dide şoreşa Sûriyeyê û got; “Li Sûriyeyê pevçûnên dijwar hene.”

PARÎS: TÊKOŞÎNA ESAD JI XWE YE

Berdevkê Wezareta Derve ya Franseyê Berndard Valero jî ragihand ku têkoşîna Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad a li ser desthilatiyê “ji xwe ye” û got; “Divê Beşar Esad fêm bike ku tu tiştek nikare pêşî li bêrîkirina gelê Sûriyeyê ya ji bo demokrasiyê bigire.”

PIŞTÎ BALEFIR KET…

Heta niha rayedarên Tirk der barê mijarê de tu daxuayniyekê nedane. Di hezîranê de li peravên Sûriyeyê balefira Tirkan ji aliyê Sûriyeyê ve hatibû xistin. Piştî wê Serfermandarê Artêşa Tirk Necdet Ozel ku bi nasnavê Kîmyewî Necdet tê nasîn, gef li Sûriyeyê xwaribû.