Li Efxanîstanê li dijî balefira Hevserokê Serfermandarê Giştî yê DYA’yê General Martîn Dempsey êrîşa biroket pêk hat.
Êrîş şeva Duşemê nêzî Bagram baregeha leşkerî ya DYA’yê rû da. Hate aşkera kirin ku, di dema êrîşê de General Martîn Dempsey li nêzî balefirê nebû. Berdevkê NATO’yê Albay Thomas Collins got, “Nêzî balefirê nebû. Em difikirin ku avêtinekî bişens bû.”
General Dempsey ji bo zêdebûna êrîşên Hêzên Ewlekariya Efxan yên li dijî leşkerên NATO’yê nîqaş bike hatibû Efxanîstanê. Dempsey bi balefirekî din vê sibehê ji Efxanîstanê derket.