Li dijî baregehên çeteyan çalakiyên YPG’ê didomin
Li dijî baregehên çeteyan çalakiyên YPG’ê didomin
Li dijî baregehên çeteyan çalakiyên YPG’ê didomin
Li Çilaxa hêzên YPG’ê li dijî baregehên komên çete yên li gundên Girhok û Yûsifiyê çalakî lidar xistin. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin gelek çekdar hatine kuştin û birîndarkirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin îro saet di 03.30’an de hêzên YPG’ê baregehên komên çekdar ên Dewleta îslamî ya Îraq û Şam/Eniya El-Nusra û Lîwai El-Tewhîd ên li gundên Girhok û Yûsifiyê yên Çilaxa hedef giritn. Hate gotin ku di encama çalakiya hêzên YPG’ê ku heta saetên serê sibê dewam kir de bi dehan çekdar hatine kuştin û birîndarkirin.
Çavkaniyên herêmê diyar kirin tabûra El-Qaqai ku navenda wê bajarê Şedadê ye hatibû Girhok û Yûsifiyê, xwe ji bo êrîşan amade dikirin.