Li dijî benda YPG’ê êrîş
Li dijî benda YPG’ê êrîş
Li dijî benda YPG’ê êrîş
Komên çete li ser riya Amûdê û Hesekê êrîşî benda kontrolê ya YPG’ê kirin. Di encama êrîşa ku bi wesayîtek bombeyî pêk hat de, endamekî YPG’ê û 6 endamên meclisên gel ên gundan ku li ser banga seferberiyê tevlî xebatên parastinê bibûn, jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine bidestxistin, êrîş di demjimêrên piştî nîvro de pêk hat. Hate gotin ku, komên çete li ser riya di navbera Amûdê û Hesekê de êrîşî benda kontrolê ya YPG’ê kirin. Di encama êrîşa ku bi wesayîtek bombebarkirî pêk hat de, endamekî YPG’ê û 6 endamên meclisên gel ên gundan ku li ser banga seferberiyê tevlî xebatên parastinê bibûn jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn.