Li dijî bendava GOMA û HES'an çalakiya nobedê

Li dijî bendava GOMA û HES'an çalakiya nobedê

Komîsyona Rêveberiya Herêmî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo projeyên bendav û HES'ê yên li navçeya Amed Farqînê protesto bike li mezraya Goma bajaroka Sêdeqnê kon veda. 

Ji bo piştgiriyê bidin çalekiyê, parlementerê BDP'a Mûşê Demîr Çelîk, Şaredarê Farqînê Fadil Erdede, Şaredara Bîsmîlê Cemîle Emînoglu, BDP'a Farqîn, Hezro û Bîsmîl, endamên KCD'ê, Komeleya Çandina Şitlan a Amedê, Eko-Jîn û bi hezaran welatî hatin gel hev û rojek çalakiya nobetê pêk anîn. 

Girseya ku nuqteya lêgerînê derbas kirin çû mezraya Goma ya Sêdeqnê û ji bo protestokirinê kon vedan. Di kon de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK'ê û KCK'ê hatin daliqandin. Her wiha pankarta wekî 'Şerê siyasî, şerê xwedîderketina li welat û axa xwe ye' hatin daliqandin.

Li ser rêya ku diçe bendavê ji aliyê polîs û leşkeran ve bend hatin danîn û çûyîna bendavê ji aliyê Walîtî ve hat qedexekirin. 

Piştî deqeyeke rêzgirtinê bi sirûda 'Çerxa Şoreşê' bi yekdengî hat gotin. Piştre jî ji aliyê Navenda Çanda Zembîlfroşê ku li Farqînê xebatên xwe dimeşîne sînevîzyonek bi mijara 'xweza' hat pêşandan. 

Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' û 'Bijî berxwedana YPG'ê' hatin berzkirin. Dê piştî nobeta ku heta serê sibê dom kir, girse bi meşek çalekiya xwe bi dawî bike.