Bertekên li dijî fîlmê li dij îslamî hê didome. Ji rojnameyên herî bi bandor a qerfî ya Fransayê Charlîe Hebdo karîkatorên pexembrê cîhana îslamê Hz Mihemed weşand. Rojname li gelek bayiyan hema qediya. Gelo ev provakson an jî azadiyara ramanê ye? Belê bertekên pêşî.
Kovara qerfî îro karîkatorê Hz Mihemed weşand. Midûrê Kovarê I-Télé’ jî roja sêşemê daxuyaniyek da û got karîkator dê ‘kesên bixwazin şok bibin şok bike’.
Midûrê rojnameyê vê sibê lis er LCI’yê daxuyaniyek da û got: “Kesê ji şokbûnê ditirsin bila Charlîe Hebdo nexwînin.”
Rojname îro li bayiyên Parîsê qediyan. Ev karîkatur di demeke ku bertekên li dijî fîlmê li dijî îslamê ya bi nave ‘Bêgunehya Misilmanan’ ku bi amatorî hatiye çêkirin, zêde dibin, hate weşandin.
Charlîe Hebdo di mijdara 2011’an de dema hejmara xwe ya bi navê ‘şerîata heftane’ derxist avahiya wê dan ber agir. Kovara heftane dertê ji sala 1970’ê hatiye avakirin û her tim bi naveroka xwe ya dewlemed ya polemîk û muxalefetê ava dike balê dikişîn ser xwe.
Ji ber êrîşên asayî niha li dora rojnameyê tedbîrên ewlehiyê tên girtin. Seferatxaneya Frasayê jî diyar kir ku ewlehiya xwe zêde kirine.
SEROKWEZÎR: KARÎKATOR JÎ AZADIYA RAMANÊ YE
Serokwezîr Jean-Marc Ayrault diyar kir ku li hemberî karîkatoran xwepêşendanên li Fransayê bên lidarxistin dê bên qedexekirin. Ayrault wiha got: “Em li welatekî ku azadiya îfadeya ramanê lê heye ne. Azadiya karîkatorê jî di nava vê ye. Ger bi rastî hin kes difikirin ku baweriya wan xesar dîtiye bila serî li riyên hiqûqî bidin. “
KONSEYA MISLIMANAN: NEYÊM PROVAKASYONAN
Wezîrê Derve yê Frensî Laurent Fabîus diyar kir ku ew li dij hemû provakasyonane û bal kişand ser girîngiya azadiya ramanê. Rektorê mizgefta mezin a Parîsê Dalîl Boubakeur wiha got: “Divê benzîn li agir neyê kirin. “ Konseya Baweriya Mislimanan jî wiha got: “Em van êrîşên bi zanebûn şermezar dikin. Bila mislimanên Fransayê neyên van provakasyonan.”
KONSEYA CIHÛYAN: EM ERÊ NAKIN
Serokê Konseya Nûneriya Saziyên Cihûyan a Fransayê Rîchard Prasquîer diyar kir ku ew karîkatoran erînî nabîne û kesên di çalakiyên li dijî film de mirin bi bîr xist.