Li dijî 'dîwarê şermê' banga Konferansa Neteweyî

Li dijî 'dîwarê şermê' banga Konferansa Neteweyî

Konseya Rêveber a KNK'ê bi daxuyaniyekê li hemberî lêkirina 'dîwarê şermê' yê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê ya heta niha bi rêya çeteyan hewl da şoreşa Rojava tine bike, niha jî bi 'dîwarê şermê' dixwaze şoreşê bifetisîne. KNK'ê li dijî 'dîwarê şermê' banga lidarketina Konferansa Neteweyî li hemû hêzên Kurdistanî kir.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku dewleta Tirk a sih sal in li Bakurê Kurdistanê bi rêya kontra û çeteyan komkujî kiriye niha heman siyasetê li Rojavayê Kurdistanê dimeşîne.

KNK'ê ragihand ku dewleta Tirk komujiyên bi destê çeteyên paramilîter l Rojavayê Kurdistanê bê nedît û iha di navbera herdu Serêkaniyan, Qamişlo û Nisêbînê de, di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de 'dîwarê şermê' lê dike. KNK'ê destnîşan kir ku ev yek hêrsa dîktatoriya faşîzan e û AKP bi çêkirina dîwarê şermê re muxtariya xwe ya faşîzan îlan kiriye.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin; "Mîna 50 sal berê li Almanya, çîroka trajîk ya Dîwarê Şermê li Berlînê hate ava kirin; dîse berî 4 salan li Şerîa Rojava, Dîwarê Şermê gelê Filîstînê ji cîhanê îzole kir; îro li Nisêbînê jî, dewleta AKPê, “Dîwarê Şermê” çêdike û dixwaze Şoreşa Rojava bi dîwaran sinor bike û bifetisîne. Pêwiste raya giştî ya cîhanê li dijî vê rûreşiya derî exlakî û derî însanî dengê xwe bilind bike."

KNK'ê destnîşan kir ku dewleta Tirk duh gora bi beton nîşan dida, niha jî dîwarên bi beton nîşanî Kurdan dide û bang li tevahiya gelê Kurd kir ku dijberiyeke tund nîşanî 'dîwarê şermê' bide. KNK'ê got, " Êdî kêr gihaye hestî, divê ku rewşenbîr, entelektuel, nivîskar, rojnamevan, sazî û partiyên siyasî teva, li her qada jiyanê, li dijî faşîzma dewleta AKPê, li dijî Dîwarê şermê, li dijî hêzên çete û paramilîter dengê xwe bilind bikin. Doz doza kurd û Kurdistanê ye. Di vê qonaxa dîrokî de destînî-qedera gelê kurd û cografya Kurdistanê li ser masê ye. Hêzên global, hêzên herêmî dinava tevgerek xurt de ne. Ji her demê bêhtir kurd nêzîkî azadiyê bûne. Pêwiste rojekê berî rojekê Konferansa Neteweyî werê lidarxistin û yekîtiya kurdan ji raya giştî re werê deklere kirin. Gelê kurd bi têkoşîna eskerî û îradeya civakî û siyasî serketinên dîrokî bidestxistine. Pêwiste di eniya dîplomatîk û di rûnandina dengeyên nû de jî heman serketinê bidestbixe."