Li dijî Dîwarê şermê li Geverê serhildan

Li dijî Dîwarê şermê li Geverê serhildan

Dibin pêşengtiya rêxistina BDP’a Geverê de li dijî dîwarê şermê ku li navbera Rojava û Nisêbînê tê çêkirin ji navenda Colemêrg, navçeyên wê bi hezaran welatî meşek lidarxistin. Meş veguherî serhildanê. Di meşê de kesên di buyerên Geverê de hatin qetilkirin Bemal Tokçu, Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr jî nehat ji bîrkirin.
Rêxistina BDP'ê ya Geverê li dijî dîwarê şermê ku di navbera Rojava û Nisêbînê de tê çêkirin şermezar bike bi tevlîbûna hezaran mîtîngek lidarxist. Hezaran kesên li parka Musa Anter hatin cem hev, bi dûrişmeyan heta Otela Oslo meş lidarxistin. Mitingê bi tevlî bûna hezaran kesî bi rêzgirtinê dest pê kir. Di Mitingêde Hevserokê BDP’a Colemergê Rahmi Kurt pêşî qetilkirina Mehmet Reşît Îşbîlîr, Veysel Îşbîlîr û Bêmal Tokçu şermezar kir û piştre diyar kir ku ewê nehêlin di navbera Kurdan de dîwarên şermê bên avakirin. Namzeta Şaredariya Colemergê ya BDP ‘ê Dilek Hatipoglu jî bang li rayedarên Hikûmetê kir û got: "Em dixwazin diyaloga ku bi Ocalan re tê kirin vegerin Muzakereyan. Ger li Tirkiye muzakere dest pê nekin yê winda bike Hikûmet e."
Piştî axavtinên hatin kirin hezaran kesên tevlî mîtîngê bûn dema belavbûn rastî mudaxaleya polîsan hatin.
Girseya rastî mudaxaleyê hat bi kevir û fîşekên hewayî xwe parastin û pevçûn derketin. Pevçûnên li navçê derketin heta saetên dereng dewam kirin.