Li dijî dîwarê şermê zincîra mirovan
Li dijî dîwarê şermê zincîra mirovan
Li dijî dîwarê şermê zincîra mirovan
Erxaniyên ku li dijî dîwarê şermê yê dewleta Tirk bertek nîşandan “zincîra mirovan“ çêkirin.
Rêxistina BDP’ê ya Erxanî yê li dijî diwarê şermê yê dewleta Tirkiyê meşek lidarxist.
Di meşê de Seroka Rêxistina BDP’a Erxaniyê Cavîdan Yaman, Serokê şaredariya Erxaniyê Fesîh Yalçin, Rêvegerên BDP’ê yên navçeyê û gelek nûnerên saziyên rêxistinên civakî û gelek kes amadebûn.
Bi sedan kesên ku li ber avahiya BDP’a Erxaniyê hatîn gel hev ber bi avahiya hikûmetê ya kevin ve meşiyan. Di meşê de sloganên "Bijî berxwedana Rojava", "Bê serok jiyan nabe", "Bijî YPG" gotin û piştî meşê ji aliyê Cevîdan Yaman daxuyanî da û bal kişan li ser reşwa Rojavayê Kurdistanê û got: “ Dewleta Tirkiyê tehmûla şoreşa Rojavayê Kurdistanê neke. Bi çeteyan re ket hevkariyê, mirov dibê wê di nava şoreşê de bixeniqe. AKP’ê bi hêzên komên çete qetlimanek afirand. Evê têrê nekir hewildide têkiliyên me yên fîzîkî ji hev qut bike. Em qet rê nadîn vê yekê. Kî dibe bila bibe nikare bi hêsanî di nav bera me de dîwar lêbike. Berê di têlan û mayînan têkilên dinav bera me de qut dikir, niha di xwaze bi dîwarên şermê bidin berdewam kirin.”
Di daxuyaniyê Yamam vegerandina Hevserokê PYD’ê Salih Mislim ya ji aliyê hêzên Bakûrê Kurdistanê ve jî şermezar kir.
Piştî daxuyaniyê bi sedan kesan destê hev giritin û xwestin li dijî dîwarê şermê ber bi parka Mahsun Karaoglan ve bi meşîn. Dema ku polîsan destor nedan çalekiya runiştinê pêk anîn.
Piştî saetê çalekiya runiştinê, dema hevdîtinênên dirêj bi desan kesan bi mirovan zincîr çêkrin û bi pakartên “Em diwarê şermê yê li ser sinor lenet dikîn” û “ Gelê me li gel heve û qet sinor û dîwar nikarin asteng bikin” dest bi meşê kirin.
Meş li ber avahiya Rêxistina BDP’a Erxaniyê bi dawî bû.