Li dijî "Goristana Şehîdan a Agît Sûrûç" operasyon

Li dijî "Goristana Şehîdan a Agît Sûrûç" operasyon

Hat ragihandin li hemberî "Goristana Şehîdan a Agît Sûrûç" a li ser Çiyayê Bagokê, operasyona leşkerî destpê kiriye.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, piştî ku duh gel ji "Goristana Şehîdan a Agît Sûrûç" derket, maşînên leşkerî û maşînên kar derketine çiyayê Bagokê.

Der barê mijarê de Hevserokê BDP'ê yê Mêrdînê Reşad Kaymaz da xuyakirin ku maşînên leşkerî û kar ber bi goristanê ve çûne, lê agahiyek negihaştiye destê wan ka tiştek bi goristanê kirine yan na. 

Li "Goristana Şehîdan a Agît Sûrûç" a li Çiyayê Bagokê cenazeyê 43 gerîlayên PKK'ê hatine veşartin.