Li dijî kesên li Erxanî hatin binçavkirin şideta polîsan
Li dijî kesên li Erxanî hatin binçavkirin şideta polîsan
Li dijî kesên li Erxanî hatin binçavkirin şideta polîsan
Li navçeya Erxanî ya Amedê derket holê li hemberî 28 kesên ji girseya ber bi depoya ku hat diyarkirin cebilxane dide çeteyên DAIŞ meşiyan hatin binçavkirin, polîs şidetê bi kar tîne.
Piştî derket holê ji depoyeke leşkerî ya li navçeya Erxeniya Amedê ji bo çeteyên DAIŞ’ê cebilxane têne şandin, gel ber bi depoyê ve dest bi meşê kir. Polîsan êrîşî meşê kirin û 28 kes binçav kirin.
Li gorî agahiyên ji parêzeran hatin girtin 28 kesên di nava wan de hevşaredar jî hene hîn di binçavan de ne û li hember 4 ciwanên dibin çavan de ne polîs şidetê bi kar tînin. Hat hînbûn ku di laşê ciwanên mijara gotinê de di stû û pişta wan de şopên derbeyên polîsan çêbûne.
Her wiha ji bo ciwanên rastî tundiyê hatine, rapora tundiyê ya di çermê laşê wan de şop çêbûne hat dayîn.
Li gel vê jî jina bi navê Gulten Orak a di encama êrîşa polîsan de bombeya gazê bi serê wê ket birîndar bû, piştî mûdaxeleya yekem a li Nexweşxaneya Dewletê ya Erxaniyê sewqî Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Amedê hat kirin.