Li dijî komkujiya li Geverê pêla protestoyan
Li dijî komkujiya li Geverê pêla protestoyan
Li dijî komkujiya li Geverê pêla protestoyan
Komkujiya li Geverê ku di encama gulereşandina polîsan de du welatiyan jiyana xwe ji dest dan û yek jî bi giranî birîndar bû, îro jî bi çalakiyan hat protestokirin. Li Şirnex, Mêrdîn, Dîlok, Êlih, Mûş, Colemêrg, Wan, Erzîrom û navçeyên wan girseyên gel daketin kolanan û komkujiya dewleta Tirk protesto kirin.
Baroya Şirnexê, komkujiya li Geverê ya di encama gulereşandina polîsan de Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr jiyana xwe ji dest dan, bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kir. Di daxuyaniya ku gelek parêzer lê amade bûn de Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçî peyivî û destnîşan kir ku mafê jiyanê di bin ti şert û mercî de nabe bê binpêkirin. Elçî got, "Em terora polîsan şermezar dikin. Pêwîste di demeke kurt de berpirsyar bên cezakirin."
ÎHD Şaxê Şirnexê li avahiya komeleyê der barê komkujiya li Geverê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Serokê Şaxê Emîrhan Ûysal anî ziman gulereşandina li gelê mafê xwe yê demokratîk bikar tîne nayê qebûlkirin û banga beşdariyê li "Meşa Mafên Mirovan" a sibê li Roboskî kir.
Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê jî, qetilkirina Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr ji aliyê polîsan ve, bi meşekê protesto kir. Girseya gel a li ber avahiya BDP'ê ya Mêrdînê hat cem hev ber bi avahiya AKP'ê ya Mêrdînê ve meşiya. Hevserokê BDP'ê yê Mêrdînê Reşat Kaymaz li vir peyivî û got, "Li Kurdistanê dewletê zîhniyeta xwe ya faşîst careke din xistiye navberê. Divê hikûmet û dewlet hurmetê nîşanî şehîdên me, nirxên me bide. Eger hurmet neyê nîşandan, dê gelê Kurd ne hikûmetê ne jî dewletê nas bike."
Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Rişmilê bi heman armancê li ber avahiya partiyê daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Kujerên dema Çîllerê ji nû ve derketin holê. Komkujî nîşaneya polîtîkaya durû ya AKP'ê ye. Kurd dê serî li pêşberî kesî netewîne û têkoşîna xwe ya azadiyê dewam bike.
Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Mehsertê di daxuyaniya xwe ya li ber avahiya partiyê de got, "Bi tenê di dema AKP'ê de 380 welatiyên Kurd û Tirk ji ber mafên xwe yên demokratîk bikaranîne, hatin qetilkirin."
Bi armanca şermezarkirina qetilkirina Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr, Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Mîdyadê li ber avahiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê. Serokê Rêxistina BDP'ê ya navçeyê Feyzî Belke destnîşan kir ku berpirsyarê komkujiya li Geverê hikûmeta AKP ye û got, "Eger AKP berpirsyarên komkujiyê dernexîne holê, berpirsyar ew bi xwe ye."
Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Stewrê jî di daxuyaniya xwe ya bi heman armancê de destnîşan kir ku ewê li hemberî van komkujiyan weke gelê Kurd bêdeng nemînin.
Xwendekarên Zanîngeha Dîlokê, bi meşekê qetilkirina Ap û birazên Îşbîlîr, protesto kirin. Li ser navê xwendekaran Yûsûf Keskîn li dû meşê daxuyaniyek da û got, "Dijberên aştî û çareseriyê dê nikaribin gelan provoke bikin. Emê nehêlin pêvajoya were têkbirin û emê li dijî êrîşên li hemberî gelê Kurd bêdeng nemînin." Xwendekaran piştî daxuyaniyê bi çalakiyeke rûniştinê ya ji 5 deqeyan belav bûn.
Odeyên ser bi Yekitiya Odeyên Sanatkar û Dikandaran a Êlihê jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê komkujiya li Geverê protesto kirin.
Li navçeya Mûş Milazgirê jî bi heman armancê BDP'ê daxuyaniyeke çapemeniyê êrîş şermezar kir. Di daxuyaniya li vir de hat diyarkirin ku komkujiya li Geverê bandoreke mezin li gelê Kurd kiriye û hat xwestin ku berpirsyar tavilê werin darizandin.
Li navçeya Colemêrg Şemzînanê jî, xwendekarên lîseyê komkujiya li Geverê şermezar kirin. Xwendekar bi qasî 3 kîlometreyan ber bi navenda navçeyê ve meşiyan û dûre Ozan Akbaş daxuyaniyek da. Akbaş got, "Bila her kes bizanibe, ne ji bo jiyaneke bêrûmet ji bo jiyaneke birûmet emê her tim li qada bin û têbikoşin."
Bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Erdîşê, bi hezaran kes meşiyan û komkujiya li Geverê şermezar kirin. Di daxuyaniya piştî meşê de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Erdîşê Abîdîn Încî li Parka Zîlan axivî û diyar kir ku armanca êrîşa li Geverê sabotekirina pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin e. Încî destnîşan kir ku heta komkujî were ronîkirin, ewê çalakiya xwe dewam bikin.
Li navçeya Wan Bêgirê jî, komkujiya li Geverê bi meşeke ji sedan kesî hat şermezarkirin. Piştî meşê li ber Kûleya Saetê daxuyaniyek li çapemeniyê hat dayîn û hat gotin, "Me komkujiyên berî niha ji bîr nekirin, em ji bîr ankin. Emê li pêşberî van komkujiyên hikûmeta AKP'ê bêdeng nemînin. Li dijî vê feraseta çete, emê her tim li her derê têbikoşin. Li navçeyê ji bo 3 rojan şîna hat îlankirin.
Rêxistina BDP'ê ya navçeya Wan Şaxê jî bi meşekê komkujiya li Geverê ya ji aliyê polîsan ve hat kirin, protesto kir. Hevserokê BDP'ê yê Şaxê Wehbî Batûr piştî meşê axivî û got, "Weke gelê Kurd em dibêjin ku em êdî nikarin xwe li şewitîna canê mirovekî-e me rabigirin. Em bang li tevahiya gelên cîhanê dikin ku li cem gelê mazlûm ê Kurd cih bigirin."
Li navçeya Erzîrom Xinisê jî komkujiya li Geverê hat şermezarkirin. Bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya navçeyê ji Kolana Cûmhûriyetê meşek hat lidarxistin.
Li navçeya Agirî Patnosê jî bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya navçeyê daxuyaniyek li çapemeniyê hat dayîn.
Li navçeya Erzîrom Karaçobanê jî bi heman armancê ji navenda navçeyê heta ber Mizgefta Navendî meşek hat lidarxistin.