Li dijî Kurdên Şebek êrîşa bombeyî: 15 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li dijî Kurdên Şebek êrîşa bombeyî: 15 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Mûsilê li dijî herêmeke ku şêniyên wê Kurdên Şebek in, êrîşeke bombeyî rû da û di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 60 kes birîndar bûn.

Li navçeya Mûsil Birtalê ku dikeve rojhilatê Mûsilê, li qada navbera gundên El Miwefaiye û Tahrawe, ku şêniyên wê Kurdên Şebek in bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek pêk hat.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama êrîşa bombeyî ya îro danê sibê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, 60 kes jî birîndar bûn.

Berpirsyariya êrîşê heta niha kesî ne girtiye ser milê xwe.

Di meha bihurî de jî di êrîşeke xwekujî ya li merasîma cenazeyê Kurdekî Şebek de, 21 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Bi awayekî berbelav bûyî, li eyaleta Nînovayê 50 gundên Şebekan hene. Tê texmînkirin ku li herêmê şêniya Şebekan nêzî 30 hezarî ye.