Li dijî leşkerên Kurd êrîşa nijadperest: 9 birîndar
Li dijî leşkerên Kurd êrîşa nijadperest: 9 birîndar
Li dijî leşkerên Kurd êrîşa nijadperest: 9 birîndar
Hate îdîakirin ku li 12'emîn Fermandariya Tugaya Mekanîze ya Agiriyê di navbera leşkeran de bi hinceta nîqaşa "Kurd-tirk" şer derket. Di encama şer de 9 leşker birîndar bûn. Ji leşkerên birîndar Murat Aydin di derbarê mijarê de agahî da û wiha got: "Leşkerên li dora me kom bûn, ji ber em ji gundên Agiriyên bûn ji me re gotin 'hûn terorîst in' û nîqaşê dest pê kir. Ligel me li cem fermandar gilî kir jî bi fermandar re li me dan. Em bi giranî birîndar in û ewlehiya canê me tune ye."
Li gorî nûçeya DÎHA’yê hate îdîakirin ku, di navbera leşkerên ji bo tevlî yekîneyên xwe bibin li 12'emîn Fermandariya Tugaya Mekanîze ya Agriyê li Navenda Kombûna Leşkerî (ATM) kom bûn bi hinceta nîqaşa "kurd û tirk" şer derketin. Leşkerê bi navê Murat Aydin têkildarî mijdarê li DÎHA'yê geriya û diyar kir ku, ji ber bûyerên qewimî ewlehiya canê wan tune ye û wiha got:
"Em ji gundên girêdayî navçeya Giyadinê ya Agiriyê ji bo tevlî yekîneyên xwe bibin hatin Tugayê. Ji bo me belav bikin yekîneyên me yên li bajarên cuda em birin ATM'an. Dema em li bendêne me belav bikin, gelek leşkerên hatin cem me bi me re nîqaşa kurd û tirk kirin. Me jî ji wan re got, 'em naxwazin van nîqaşan bikin ji xwe em hatine leşkeriyê zehmetiyan dikêşin' me xwe ji nîqaşê dûr xist. Lê ji me re gotin 'Ji xwe hûn terorîst in' Em li cem fermandar giliyê wan kir. Li ser vê yekê bi fermandaran re wan leşkeran êrîşî me kir. Serê sibê em birin revîra di nava Tugayê de. Ligel em bi giranî birîndar in li ser piyan em derman kirin û careke din birin navenda komkirinê. Niha ewlehiya canê me tune ye. Em ji ber vê yekê diltirs in. Ligel 7 hevalên me bi giranî 9 kes birîndar in. Bi awayekî tund li me dan. Em dixwazin rayedar di vê mijdarê de bi hîstiyar bin."
Li gorî agahiyên leşkerên bi granî birîndar bûn navên wan ên hatin zanîn evin: Bîlal Dogan, Murat Aydin, Vefa Yoruk, Omer Vural, Abdurrahman Vural û Şêxmus Kaya.