Li dijî malperên înternetê yên saziyên Swêdê êrîşên dijwar

Li dijî malperên înternetê yên saziyên Swêdê êrîşên dijwar

Ji roja pênçşemê ve li dijî malperên înternetê yên saziyên Swêdî êrîşên dijwar ên sîber pêk tên.

Êrîşa pêşî, li hemberî malpera Bankaya Navendî ya Swêdê pêk hat. Roja înê jî, tevî ya hukûmet, artêş, parlemento, Polîsên Ewlehiya Swêdê (Sepo), Edliye, Dozgerî û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan û bi giştî 18 malper hatin hackkirin. Rayedaran van êrîşan weke êrîşa herî dijwar a li hemberî malperên Swêdê bi nav kirin.

Koma çalakên gerdûnî ya Anonymous di You Tube de dabû diyarkirin ku ew ê ji roja pênşemê ve êrîşê malperên saziyên Swêdê bike. Lê dîsajî hukûmeta Swêdê nikarî pêşî li van êrîşan bigire.

Tê diyarkirin ku êrîş ji ber helwesta hukûmeta Swêdê ya li hemberî damezrênerê Wikileaksê Julian Assange pê hatiye.