Li dijî navenda Kobanê êrîşa bi fuzeyan

Li dijî navenda Kobanê êrîşa bi fuzeyan

Çeteyên DAIŞ’ê bi armanca welatiyên herêma Kobanê bitirsînin û koçber bikin, 3 fuzeyên Girad avêtin navenda Kantona Kobanê.

Çeteyên DAIŞ’ê îro danê sibê, 3 fuzeyên Girad ji başûrê Herêma Kobanê avêtin navenda bajarê Kobanê. Di encamê de tu ziyanên berçav derneketin.

Tê gotin ku çeteyên DAIŞ’ê ji bo welatiyên herêmê bitirsînin û koçber bikin, şerê psîkolojî li dijî herêmê dimeşînin.