Li dijî Qamişlo êrîşa bi hewanan

Li dijî Qamişlo êrîşa bi hewanan

Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ bi topên hewanan êrîşî navenda Qamişlo kirin. Hat diyarkirin ku herî kêm 5 hewan li Nisêbînê ketine.

Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî saet 20.00’an çeteyên DAIŞ bi topên hewanan êrîşî navenda Qamişlo kirine. Hat ragihandin ku herî kêm 5 topên hewanan li navenda bajêr ketine. Der barê encama êrîşê de heta niha tu agahî nehatine wergirtin.

Di êrîşê de 5 guleyên hewanan li aliyê din ê sînor Nisêbînê ketin. Guleyek ku li nêzî Qereqola Navendê ya Jendermeyan ket, der barê zerara can de tu agahî nehatin wergirtin.