Li dijî qedexeya Walîtiyê meş
Li dijî qedexeya Walîtiyê meş
Li dijî qedexeya Walîtiyê meş
Biryara Walîtiya Şirnexê ya qedexekirina merasîma vekirina "Goristana Şehîdan a Rojhat Bilûzerî û Zelal Botan" a li herêma Bestayê, hat şermezarkirin. Girseya gel bi vê armancê li nava bajêr meşiya.
Ji bo vekirina "Goristana Şehîdan a Rojhat Bilûzerî û Zelal Botan" a li herêma Besta ya Şirnexê, bi hezaran kes ketin ser rê, lê bi "Biryara Walîtiyê" ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.
Li ser vê astengkirinê, girseya gel li ber benda polîsan çalakiya rûniştinê pêk anî û Hevserokê BDP'ê yê Bajarê Şirnexê Bakî Katar li vir daxuyaniyek da. Katar biryara qedexekirinê û êrîşa polîsan şermezar kir û got, "Dewlet û polîsên vê ferasetê diparêzin, ji Kurdan re dibêjin; 'rahêjin çekan û derkevin serê çiyê.' Em bi ferasetekê re rû bi rû ne ku ji me dixwazin em welatê xwe biterikînin. Polîsek derdikeve pêşiya dayikek 70 salî yan jî kesekî ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin û jê re dibêje 'Ezê çekê berdim lingê we.' Hûn elimîne 13 guleyan berdin zarokekî 12 salî. Em bi feraseteke bi vî rengî re rû bi rû ne."
NASNAMEYÊN T.C AVÊTIN ERDÊ
Katar bi gotina "Em îro diçûn serdana goristanê, ne diçûn şer" nerazîbûna xwe li dijî biryara qedexeyê nîşan da û got, "Tevî ku bi nasnameya vî welatî ez nikarim bi hêsanî bigerim, hingî çi bikim ji vê nasnameyê." Katar bi van gotinan nasnameya di destê xwe de avêt erdê. Ji nava girseyê jî hin kesan heman nerazîbûn nîşan dan.
Li dû daxuyaniya Katar, Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Salîh Baykar jî li dijî Serokwezîr Erdogan nerazîbûna xwe nîşan da.
Piştî daxuyaniyê, girseya gel demeke dirêj çalakiya rûniştinê pêk anî. Piştî çalakiya rûniştinê girseya gel bi wesayîtên xwe ket ser rêya navenda Şirnexê, li ber Fermandariya 23. Tumena Sînor a Şirnexê ji wesayîtan peya bû û ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kir. Girseya gel rê li trafîkê girt û bi dirûşmên "PKK gel e, gel li vir e" ber bi avahiya Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê ve meşiya.
Meşê ji şêniyên derdorê jî piştgirî dît û hejmara meşvanan her diçû zêde bû. Girseya gel bi çepik, tililî û dirûşman xwe gihand ber avahiya partiyê. Rawestîna girseyê ya li vê derê dewam dike.