Tevî Îran û Îsraîlê hin welatên Rojhilata Navîn di hedefa êrîşa sîber a bi navê “super-virus” de ne. Şîrketa ewlekariya înternetê Kaspersky bi daxuyaniyekê ragihand ku vîrusa bi navê “Flame” (pêt) dikeve komputeran û agahiyên nazik didize.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî ku ev virûs aktîf bû, dikare ekrana komputeran bigire û bi rêya mîkrofonê dengan jî tomar bike û piştre jî van agahiyan ji kesên ku êrîş li dar xistine re dibe.
Rayedarên Kaspersky, dan diyarkirin ku ji çalakgerên sîberê zêdetir, ev virus ji aliyê welatek ve hatiye pêşxistin û diyar kir ku tenê çavkaniya virûsê rêjeya bandora wê dizane.
Piştî ku vîrusa “Wiper” a li welatên rojavayê Asyayê diket komputeran û agahiyan jê dibir, dihat lêkolînkirin, ev virûsa “Flame” hat dîtin.
Kasperskyê bi saziya Yekitiya Telekomunîkasyonê ya Navneteweyî ya girêdayî NY’yê re li hemberî van virûsan dest bi xebatê kir. Beriya demekê jî, virûsa bi navê Stuxnet jî hebû û tenê komputerên Îranê dikir hedef.
Her wiha hatibû diyarkirin ku virûsek bi navê Duqu jî dikeve tora komputeran û agahiyan didize.
Lê tê gotin ku Flame ziyaneke fîzîk dide. Li gorî pisporê virûsan ê Kasperskyê Vitalî Kamlûk armanca vîrusê ew e k udi rêjeyek zêde de agahiyan pir nazik û hesas kom bike.