Li dijî Şaxa Ozgur-Dera ku piştgirî da çeteyan êrîş

Li dijî Şaxa Ozgur-Dera ku piştgirî da çeteyan êrîş

Li Wanê li hemberî avahiya Komeleya Ozgur-Dera Wanê bi çek û molotofkoktelan êrîşek pêk hat.

Li gorî agahiyên hatine standin, şevê din li dijî avahiya Ozur-Derê ku li ser rêya Sîteya Toptanciyan ya li Taxa Suphanê ye ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve bi çekan û molotofkokteylan êrîşek pêk hat. Ozgur-Derê daxuyakirin  ku êrîş derengî şevê pêkhatiye û di dema êrîşê de di hundir de ciwan hebûn, lê tu tişt bi kesekî nehatiye.

Çend roj beriya niha Ozgur Derê daxuyaniyek dabû û gotinên ku piştgiriyê dide êrîşên çeteyan yên li Rojava bi karanîbû. Li ser vê yekê Tevgera Ciwanên Welatparêz û Demokratîk (YDG-H) bi rêya twîtterê daxuyaniya, "Ji hemû yekîneyên me, ciwanên Kurdistanê û tevgera me re. Ozgur Der êdî hedefa me ye. Ev yek erka herî girîng ya welatparêziya me ye" kiribû.