Li dijî sîxuriyê meş
Li dijî sîxuriyê meş
Li dijî sîxuriyê meş
Komek endamên Komeleya Xwendekarên Demokratîk ên Botanê bi boneya helwesta li dijî xwendekaran a "Sîxurkirinê" şermezar bikin, meşek girseyî pêk anîn.
Komek endamên Komeleya Xwendekarên Demokratîk ên Botanê bi boneya polîtîkayên dewletê yên "Sîxurkirinê" şermezar bikin, li pêş Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Zanîngeha Sêrtê meşek girseyî pêk anîn. Koma xwendekaran di meşê de pankarta "Ji Sîxurî, metîngerî û bişaftinê re na" vekir û dowîzên "Ji tiryakê re bêje bes e", "Ji fihûşê re na" û "Polîsên qatil ji zanîngehê bicehime" bilind kirin.
Xwendekaran piştî silogan qîr kirin, deqîqeyekê rêz girtin. Li ser navê xwenekaran Endamê Komeleya Xwendekarên Demokratîk a Botanê Şahin Aslan daxuyanî da û polîtîkayên hikûmeta AKP'ê şermezar kir. Aslan bang li her kesî kir û xwest li hemberî vê polîtîkayên dewletê helwesta xwe ya tund nîşan bide.