Li dijî Zagrosê êrîşa bi topên hewan û obusan

Li dijî Zagrosê êrîşa bi topên hewan û obusan

Artêşa Tirk bi hewan û obusan qada Zagrosê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir. Hat ragihandin li heman herêmê balafirên keşfê difirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku herêma Xapûşke ya ser bi Zagrosê bi topên hewan û obusan hatiye bombekirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 5'ê Tebaxê saet di navbera 07.00-08.00 û 17.00-18.00 de, artêşa Tirk a dagirker qada Xapuşkê ya herêma me ya Zagrosê bi topên hewan û obusan bombebaran kiriye."

HPG'ê da xuyakirin ku li heman herêmê balafirên firiyane.