Li dijî Zap û Heftenînê topbaran

Li dijî Zap û Heftenînê topbaran

Herêma Zapê ya di bin kontrola gêrîlayan de ji Newroza 21’ê Adarê ve ji aliyê artêşa Tirk ve tê topbaran kirin, di 22’ê Adarê de jî herêma Heftenînê hate bombebaran kirin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) têkildarî êrîşan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, “Roja 21’ê Adarê şev û roj bejahiya gundên Ertûş, Merganiş, Şîfrêza û Erbîş û çiyayê Cîloyê Biçûk yên herêma Zapê ji aliyê artêşa Tirk ya dagirker ve bi obîs û hawana hatine bombebaran kirn.”

Hate ragihand ku, roja 22’ê Adarê di demjimêr 18.00’an de herêma “Şehîd Rênas” ya di nav herêma Heftenînê ya di bin kontrola gêrîlayan de bi obîs û hawana hatiye topbaran kirin.