Li dijî Zapê topbaran li Amedê keşf

Li dijî Zapê topbaran li Amedê keşf

Artêşa Tirk herêma Zapê bi obus û hawanan ku bombebaran kir, hat ragihandin ku li bejahiya Amedê jî balafirên şer keşfê dikin û artêşê ekîbeke kontra ya ji 10 kesan bi cih kiriye.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê, der barê êrîşên li Zapê û keşfa li herêma Amedê ya artêşa Tirk daxuyanî da.

Li gorî vê, artêşa Tirk li dijî herêma Zapê êrîşa bi topan pêk aniye. Di bombebarana bi obus û hawanan a 20’ê Tebaxê saet di navbera 17.00-19.00’an de qadên Talîsa, Gundê Erbîş, Berbenda Erbîş û Şehîd Colemêrg hedef hatine girtin.

Li bejahiya Amedê jî  bi balafirên şer keşf hatine kirin. Keşf, li qada “Şehîd Baran” a girêdayî Amedê di 20’ê Tebaxê ji sibê heta êvarî berdewam kir. Her wiha li heman herêmê yekîneyeke kontra a ji 10 kesan digere.