Li Dîlok, Wêranşar û Serêkaniyê agirê Newrozê bilind bû
Li Dîlok, Wêranşar û Serêkaniyê agirê Newrozê bilind bû
Li Dîlok, Wêranşar û Serêkaniyê agirê Newrozê bilind bû
Li Dîlok, Wêranşar û Serêkaniyê bi deh hezaran kesa bi coşekî mezin Newroz pîroz kirin. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk di pîrozbahiya Wêranşarê de axivî û diyar kir ku, bi salane Kurd tên qetilkirin û wiha got: "Êdî biratiya yek alî pêk nayê. Sala 2013'an dê bibe sala azadiya Birêz Ocalan."
DÎLOK
Li Dîlokê bi deh hezaran kesan li Qada Îstasyonê agirê Newrozê hate hilkirin. Girseya serê sibê li Parqa Yeşîlsu hatin cem hev û dest bi meşê kirin. Di meşê de pankratên "Bijî Newroz bijî azadî", "Newroz bila bibe pira azadî, biratî û aştiyê", "Newroz pîroz be" û "Ji bo atşiyekî bi rûmet bijî Newroz, bijî sosyalîzm" vekirin û slogana "Bijî biratiya gelan" qîr kirin. Girse piştî lêgerînê ketin qada pîrozbahiyê. Ligel kurd û tirkan gelek kesên din jî tevlî Newrozê bûn. Parlementerê BDP'ê Îbrahîm Bînîcî, hûnermend Erol Berxwedan, EMEP, ESP, OSP, ODP, TKP, SYK û Yeşîller ve Sol Gelecek Partîsî tevlîbûn. Serokê Komîteya Amedakar Bedîr Keser axaftinek kir û gel silav kir. Piştî axaftinê Koroya Zarokan a NÇM'ê derket ser dikê û staran gotin. Di qadê de slogana "Bijî Serok Apo" hate bilind kirin.
WÊRANŞAR
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê ji bi hezaran kes serê sibê bi ber taxa Şirnakê ve meşiyan. Welatiyên kincên gelerî li xwe kirin piştî lêgerînê ketin qadê. Welatiyan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û ji bo Ocalan slogan qîr kirin. Piştî rêzgirtinê pîrozbahiyê dest pê kir. Di qadê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlum Dogan, Berîtan, Sema Yuce û alên kesk, sor û zer hatin vekirin. Piştî koruya zarokan a Navenda Çand û Hûnerê ya Medê Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Alîkara Serokê Giştî ya BDP'ê Meral Daniş, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk û rêveberên BDP'ê agirê hilkirin. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk axaftinek kin kir û Newroza hemû gelê kurd pîroz kir. Turk diyar kir ku, ji bo aştî û biratiyê têkoşîn kirin û êdî biratiyekî yek alî pêk nayê û wiha got: "Bi salan kurd hatin qetilkirin û xapandin. Êdî ew dem xilas bû. Êdî tu kes kurdan naxapîn e. Sala 2013'an dê bibe sala azadiya Birêz Ocalan."
Piştî axaftinan Saed El Herbavî derket ser dikê û stran gotin.
SERÊKANIYÊ
Li Serêkaniyê jî bi tevlîbûna welatiyên Rojava ji aliyê hezaran kesan ve Newroz hate pîrozkirin. Parqa Musa Anter û Semta Bazarê tejîbû. Welatiyên Rojava yên ji ber şerê Sûriyeyê hatin Serêkaniyê jî tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Li qada Newrozê pankartên "Çareseriya Demokratîk, ji Ocalan re azadî", "Bi Ocalan re muzakere, çareseriya demokratîk" û "Bijî Yekîtiya Kurdan a Rojahilata Navîn" hatin daliqandin. Bi hezaran kes sloganên "Bijî seroka Apo", "PKK gele gel li vire" û "Şehîd namirin." avêtin. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk bi wan sloganan ket qadê. Piştî axaftinan pîrozbahiya Newrozê bi komên mûzîkê berdewam dike."