Li Dîlokê li hemberî nelirêtiyan xwepêşandan
Li Dîlokê li hemberî nelirêtiyan xwepêşandan
Li Dîlokê li hemberî nelirêtiyan xwepêşandan
Li Dîlokê rêxistinên sîvîl ên civakî û partiyên siyasî li hev kombûn xwepêşandan lidarxistin. Di xwepêşandanê de xwestin ku operasyonên nelirêtiyê ku zarokên weziran jî di navde bê berfireh kirin.
Li Dîlokê rêxistinên sîvîl ên civakî û partiyên siyasî ji bo ku operasyona di 17'ê Kanûnê ya ku zarokên wezîran û gelek bûrokrat di nav de cîh digre operasyona nelirêtî û bertîlê protesto bike li Parqa Kirkayakê hev kombûn û xwepêşandan lidarxistin. Nûnerên BDP, EMEP, ESP, YSGP, SYKP, ÎHD, TUMBEL-SEN, HDP û bi sedan kes panqarta "Hikûmet îstifa" vekirin û dest bimeşê kirin. Girseyî dirûşmên "Roj wê bê dewran bizivire dê diz hêsab bide gel", "Diz herin hindur şoreşker werin der", "Em gelin mafdarin û emê biserbikevin" û "Her der bertîl her der nelirêtî" berzkirin û dem dem rê girtin. Meş li Parqa Balikliyê bidawî bû piştî meşê Serokê Şaxa SES'ê yê Dîlokê Behçet Eşkîlî axivî. Eşkîlî diyar kir ku operasyonên nelirêtiyê li Tirkiyeyê derdora hesab pirsîne avakir.
Eşkîlî diyar kir ku hikûmetê Midûrê Midûriyetên Polîsan yên ku operasyon birêve dibirin ji peywirê girtin û tekîliya xweya bi gumanbaran re aşkere kir. Eşkîlî anî ziman ku heta ku bersivê didin tawana dibêje ez rastî "Operasyonên Cemaetê" ma me û rola mexdûriyetê dilîze. Ev rewş nayê qebulkirin û wiha got: "Dema mijar bû zarokên wezîran hikûmeta AKP'ê dest avêt lêpirsînê û polîsên xweyê qehreman li çav derxist û mûdaxaleyê darazêkir. Têkoşîna li hemberî nelirêtiyê ji bo siyasetek nû û paqij jênevegere. Em wek hêzên demokrasiyê û kedkar li vir carek din bibîrtînin ku hesabên komkujiya Roboskiyê, berxwedana Geziyê û girtiyên siyasî û parlementeran hêj nehatî dayîn. Em diyar dikin ku emê vê şermê li gel berpirsyaran nahêlin."
Li piştî daxûyaniyê çalakî bi çepîk û dirûşman bi dawî bû.