Li Dîlokê meşa ‘Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû’

Li Dîlokê meşa ‘Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû’

 Li Dilokê bi sedan welatî di pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Şahinbeyê de bi silogana "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu" meşek girseyî pêk anîn. Girsê di meşê de pakêta demokratîkbûnê ya AKP'ê hat şermezarkirin.

Bi sedan welati di pêşengiya Rêxistinia BDP'ê ya Şahînbey ya Dîlokê de bi silogana "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu" meşek girseyî pêk anîn. Girsê di meşê de "pakêta demokratîkbûnê" ya AKP'ê hat şermezarkirin. Girseya ku li Parka Guzel Vadî li hev kom bû daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de endam û rêveberên BDP'ê amade bûn. Girseya ku li vir daxuyanî da pankarta "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" vekir û daxuyanî da. Girsê di çalakiyê de bê navber siloganên " Bijî Serok Apo", " Bê Serok jiyan nabe", " Kurdistan dê ji faşizmê re bibe goristan" gotin.

 Li ser navê komê Serokê BDP'a Şahinbeyê Ali Şimşek, daxuyanî da û diyar kir ku ji bo pirsgirêka Rojhilata Navîn çaseser bibe divê pirsgirêka kurd çareser bibe û ji bo vê yekê jî divê şert û mercên Ocalan bên başkirin.

Şîmşek, 9'ê Cotmehê roja derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyê jî şermezar kir. Şîmşek bang li her kesî kir ku 9'ê Cotmehê şermezar bikin. Çalakî bi silogan û tilîliyan bidawî bû.