Li Dirbêsiyê êrîşên li ser Eşrefiyê hatin şermezarkirin

Li Dirbêsiyê êrîşên li ser Eşrefiyê hatin şermezarkirin

Li bejarê Dirbêsiyê bi armanca şermezarkirina komkujiya Eşrefiyeyê, êrîşên rêjîma Baas ên li ser taxê û ji bo silavkirina şervanê YPG'ê bi hezaran kes meşiyan.

Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê, bi armanca şermezarkirina komkujiya Eşrefiyê, êrîşên rêjîma Baas ên li ser taxê û silavkirina berxwedana şervanên YPG'ê û gelê taxên kurdan li Helebê, bi sedan kes ji ber mizgefta Elsltan meşiyan. Meş di saet 14.00 an de dest pê kir û li piraniya kolanên Dirbêsiyê geriyan, meşvan pankartên ku li ser nivîsîbûn “Eşrefiyê ne bi tenê ye” û “hemû rojavayê Kurdistanê Eşrefiyê ye” vekirin.

Di dawiya meşê de Serokê Meclisa Gel a Dirbêsiyê Nûman Erebo axivî û da zanîn ku êrîşên rêjîma Baas yên li ser Eşrefiyê êrîşên li ser hemû gelê Rojavayê Kurdistanê ye û êrîş bi tundî  şermezar kir. Her wiha Erebo  berxwedana YPG'ê û gelê Eşerfiyê silav kir.

Di dawiya axaftina xwe de Erebo komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li hemû gelê Dirbêsiyê kir ku roja 15'ê Sibatê li ber avahiya mala gel a bajêr kom bibin û bi hev re komployê şermezar bikin.

Piştî Erebo Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Cûdî Ehmed û Endama Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Gulê Elî axivîn û komkujîya li Eşrefiyê şermezar kirin.