Li Dirbêsiyê Pêşnûmeya zagonên hilbijartinan hate nirxandin

Li Dirbêsiyê Pêşnûmeya zagonên hilbijartinan hate nirxandin

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li herêma Dirbêsiyê civînek lidar xist û geşedanên dawiyê li Sûriyê û Rojvayê Kurdistanê û pêşnûmeya zagonên hilbijartinan  nirixandin.

Bi armanca nirxandina geşedanên dawiyê li Sûriyê û Rojavayê Kuristanê û pêşnûmeya zagonên hilbijartinan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li herêma Dirbêsiyê civînek lidar xist. Civîn bi tevlîbûna rêvebirên Partiya Yekîtiya Demokrtîk (PYD), endamên saziyên sivîl û meclisên gel, li navendan Çand û Huner ya bajarê Dirbêsiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pêkir.

Endamê TEV-DEM`ê Dijwar Dirbêsiyê di civînê de axivî û geşedanê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê nirixandin. Dijwar helwesta hin partiyên di nava Encûmana Niştimanî a Kurd li Sûriyê (ENKS) yên li dijî Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk de bibîr xist û da zanîn ku biryarên civîna dawî ya ENKS`ê ku dixwazin di bin ban­ê hêzên Koalisyonê de beşdarî civîna Cenevra-2 bibin li dijî berjewendiyên gelê Kurd in.

Piştî axaftinan hevpeymana TEV-DEM`ê û pêşnûmeya zagonên hilbijartinan hatin xwendin û nirxandin.