Li Dirbêsiyê xwendevan li dijî biryara Wezareta Perwerdeya Sûrî meşiyan
Li Dirbêsiyê xwendevan li dijî biryara Wezareta Perwerdeya Sûrî meşiyan
Li Dirbêsiyê xwendevan li dijî biryara Wezareta Perwerdeya Sûrî meşiyan
Li bajarê Dirbêsiyê bi hezaran xwendevanan bi armanca şermezar kirina biryara saziya perwerdeyê ya Sûriyeyê ku dibêje; ''Deriyê dibistanên perwerdeya zimanê Kurdî werin girtin, gefên li ser mamoste û rêvebirên dibistanan'' meşiyan.
Beriya roja zimanê dayîkê ku 21'ê sibatê ye, beriya wê 4 rojan hikûmeta Bass ya ku bi salan zimanê Kurdî qedexe kiriye û mirovên ku bi ziman re eleqedar dibûn dikirin binçavan, piştî şoreşa 19'ê tîrmehê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li gelek cihan dibistanên fermî avakirin û dest bi perwerdeya zimanê kurdî kirin.
Saziya perwerdeyê ya Sûriyeyê biryar girt ku, dibistanên Rojavayê Kurdistanê yên ku perwerdeya zimanê kurdî bi rengekî fermî didin werin girtin û gef li mamoste û rêvebirên dibistanan kir, ger perwerda zimanê kurdî bidin, vê wan ji kar derxin û mûçeyê wan qût bikin.
Lê ji ber ku rêvebirên Dibistanan û Mamosteyên berê yê di dibistanan de hîna jî bi Midûriyeta Perwerdeya Sûriyeyê ve girêdayîne, gef li wan xwar û deriyê dibistanan li ber xwendevanan girtin.
Li Dirbêsiyê bi armanca şermezar kirina biryara Midûriyeta Perwerdeya Sûriyeyê, bi hezaran zarok meşiyan. Meşa xwendevanan ji ber navenda asayîşê destpêkir û li piraniya kolanên Dirbêsiyê geriyan. Xwendevanên ku dimeşiyan Pankartên ku li ser nivisîbûn '' Zimanê me hebûna meye'', '' Biryara me wê li Paytextame Qamişlo were standin, ne li Şamê'', ''zimanê me yê zikmakî hebûna meye'' û '' Erê ji biratiya gelan re, na ji nijadperestiyê re'' her wiha xwendevanan dirûşmeya ku biryarên girtina dibistanan şermezar dikirin û zimanê me hebûn û çanda me ye diqîriyan.
Xwendevan li meydana Şehîd Berçem kombûn û li wir Endama Saziya Zimanê Kurdî Meysûn Berazî axivî û da zanîn ku, ew li ser navê mamosteyên zimanê kurdî, biryarên miduriyeta perwerdeyê ya Sûriyeyê ya bi girtina dibistanan şermezar dikin û got: '' Em dê perwerdeya zimanê kurdî bi domînin û biryarên wan yên şovenîstî ticarî qebûl nekîn û me ji perwerdeya zimanê kurdî şûnde venagerînin''. Berazî bang li hemû mamosteyan kir ku, perwerdeya xwe dewam bikin û guh nedin ti biryarên wan.
Piştî Berazî mamosteyê Zimanê Kurdî Bedran Penaber axivî û spasiya xwendevanên ku tevlî meşêbûne kir û soz da ku ew dê heta dawî perwerdeya zimanê kurdî dewam bikin û biryarên rejima Bass vala derxin.