Li Dirbêsiyê zêdetirê sedhezar kes li dijî komên çekdar dimeşin
Li Dirbêsiyê zêdetirê sedhezar kes li dijî komên çekdar dimeşin
Li Dirbêsiyê zêdetirê sedhezar kes li dijî komên çekdar dimeşin
Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji 100 hezarî zêdetir welatiyan, li ser banga Desteya Bilind a Kurd, bi armanca şermezarkirina komên çekdar û piştgiriya gelên Serêkaniyê û YPG'ê dest bi meşê kirin.
Piştî ku Desteya Bilind a Kurd, biryar girt ku wê di 26'ê Çileyê (îro) de li bajarê Dirbêsiyê bi armanca şermezarkirina komên çekdar û piştgiriya gelên Serêkaniyê û YPG'ê meşekê lidar bixe, bi deh hezaran welatî li Dirbêsiyê kom bûn.
Li ser banga Desteya Bilind îro di saetên serê sibehê de ji bajarên wekî Qamişlo, Amudê, Hesekê û Tiltemir, bi deh hezaran kes hatin Dirbêsiyê. Hejmara welatiyên ku li Çerxerêya Serêkaniyê kom bûn, bi beşdariya welatiyên li Dirbêsiyê jî gihîşt zêdetirî 100 hezarî. Girseyê li vir dest bi meşê kir.
Girseya gel wê di nava bajêr re derbas bibe û biçe ber Ocaxa Tendurisyê û tevlî merasîma cenazeyê Şervanê YPG'ê Ebdurrehman Ehmed Qewas ku li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dabû, bibe. Piştî merasîma li vir, cenazeyê Qewas wê li Goristana Şehîd Rustem Cudî ya li gundê Berkevirê bispêrin axê.