Li Diyana ji bo Penaberên Rojava kampanya alîkariyê

Li Diyana ji bo Penaberên Rojava kampanya alîkariyê

Welatiyên navçeya Diyana ya Hewlerê bi boneya hevkariya bi Kurdên Rojavayê Kurdistanê re dest bi kampanyayê kirin.

Ji bo alîkarî û hevkariya penaberên Rojava li navçeya Diyana kampanya alîkariyê hat destpêkirin. Welatiyên navçeya Diyana ya girêdayî Hewlêrê ji bo alîkariyê dest bi kampanyayê kirin. Rêveberê Diyana Raber Salih di derbarê kampanyayê de agahî dan û diyar kir ku, wan ji bo alîkarî û piştgiriya gelê Kurdên yê Rojava bi tevlîbûna saziyên sivîl ên civakî û rêxistinên fermî kampanya dane destpêkirin. Li Diyana dê ji 1'ê Sibatê heta 8'ê Sibatê kampanya berdewam bike. Alîkariya hat komkirin dê ji penaberên Rojava re bên şandin.