Li Dortmundê civîna gel ya ‘Azadî ji bo Ocalan’

Li Dortmundê civîna gel ya ‘Azadî ji bo Ocalan’

Li bajarê Elmanya Dortmundê civînên gel yên ‘Azadî ji bo Ocalan’ hatin pêkanîn.

Di dawiya hefteyê de di civînên li herêmên Attendorn û Meschede yên girêdayî Dortmundê hatîn li darxistin de gelek kes tevlîbûn. Di civîna ku Felat Marînos endamê ‘Înîsiyatîfa Azadiya Ocalan’ tevlî bibû, li gel tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşveçûnên li Kurdistanê hatin nîqaşkirin.

Felat Marînos di axaftina xwe de got, “Ji ber ku Ocalan kesayetek tenê nîne, saziyek ya rêbertiyê ye. Felsefeye, îdeolojiye. Azadiya Ocalan, azadiya gelê Kurde û azadiya gelê Kurd jî azadiya Ocalane. Azadiya Ocalan û azadiya gelê Kurd yekbûneke ku ji hev nayê qutkirin.”

Marînos di berdewama axafitina xwe de destnîşankir ku, ew dê ji niha û pê de hemû çalaliyên xwe di rêya azadiya Ocalan de pêş bibixin. Marînos bilêv kir ku, “ Azadiya Rêberê me ne tiştekî negengaze. Em weke gel dê bi ruhê sebertiyê tekoşîn bikin û em dê vê yekê biser jî bêxin.

Marînos aşker kir ku, li Sûriye û Rojhilatê Kurdistanê, Kurd jib o bigehin azadiya xwe di demek dîrokî re derbaz dibe. Ji ber vê çendê pêwîste em li Rojavayê Kurdistanê jî rêxistin û tekoşîna xwe pêşve bibin.

Felat Marînos behsa pirsgirêkên Kurdên li Ewropa yên rêxistin û tekoşînê kir bang li Kurdên li Ewropa kir ku, jib o tevlî mitînga 14’ê Tîrmehê bibin li mirovên xwe, dost û nsasên xwe bigerin û wana teşwîqî tevlîbûna mitîngê bikin.

Li aliyê din, li Dortmundê di 15’ê Tîrmehê de ji aliyê Komeleya Dostên Kurd û Elmana civînek ya gel tê li darxistin. Rayedarên komeleyê bang li hemû gelê derdor û gelê Kurd yê li Dortmund û derdorê wê kiri ku tevlî mitînga 14’ê Tîrmehê bibin.