Li Dortmundê şewat: 3 zarokên Kurd mirin

Li Dortmundê şewat: 3 zarokên Kurd mirin

Li bajarê Dortmund yê Almanyayê li mala malbatekî Kurdê Karakoçanê şewatekî sedemê wê hêjan nehatî zanîn derket û 3 zarokan jiyana xwe ji dest da, bav jî hate binçavkirin.

Li gorî agahiyan, iro di demjimêrên sibehê 05.00’an de li mala malbatek Kurd yê li Fichtestrasse ya Dortmundê li qada zemînê şewat derket. Di şewatê de 3 zarokên temenê wan di navbera 4 û 12’an de diguherin du ji wana mirî, yek jî giran derxistin û rakirin nexweşxaneyê, lê mixabin nehate rizgarkirin.

Hate hînbûn ku, navê zarokên jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Dîlan (12), Mehmet (10) û Mustefa (4).

Li gorî agahiyên ANF’ê xwe gihandiyê, li ser bedena zarokê bi navê Mehmet şûna 17 kêran hatiye dîtin. Tê diyarkirin ku, zarokên din jî beriya şewatê dibe rastî êrîşek wisan hatibin.

Bavê zarokan Muharrem Tufekçi û jina Bûlgar ya li gel jiyan dikir jî, hatin binçavkirin. Tufekçi serbest hate berdan, lê jin hêjan di binçavan de ye. Lêpirsîna di derbarê bûyerê de hêjan didome.

Şahidek ya bûyerê ji ANF’ê re axivû û got; Muharrem Tufekçiyê hevjîna wî beriya çar salan li Wuppertalê ji balkonê ketî û mirî, bi jinek ya hemwelatiya Bûlgarîstanê re li heman male jiyan dikir.

Şahidê bûyerê diyarkir ku, beriya bûyerê demekê Tufekçi ji bo zarokên xwe êcarî bişîne Tirkiyeyê û karûbarên li balyozxaneyê pêkbîne çûye wesayîta xalê xwe bîne, di wê demê de jina Bûlgar ya ji destê xwe bi kêrê birîndar ji malê derket û li pey Tufekçi çû. Di lêpirsîna polîsan de tê diyarkirin ku gûmana wan li ser jinê heye.