Li Duhok û Zaxoyê êriş kirin li ser xebatkarên PÇDK’ê
Li Duhok û Zaxoyê êriş kirin li ser xebatkarên PÇDK’ê
Li Duhok û Zaxoyê êriş kirin li ser xebatkarên PÇDK’ê
Ji ber serdema hilbijartinên giştiyên Başûrê Kurdistanê li Duhok û Zaxoyê PDK’ê êriş bir li ser xebatkarên PÇDK’ê yên xebatên hilbijartinê didin meşandin.
Li gorî agahiyên bi dest ketine duh êvarî li Duhokê li taxa Etûtê xebatkarên PÇDKê yên xebatên hilbijatinê didin meşandin rastî êrişa komek endamên PDK’ê hatine. Di êrîş de xebatkara jin hat derb kirin û heqaret lê hat kirin.
LI ZOXO BI ÇEKAN ÊRÎŞ KIRIN
Êrîşek din ji li ser endamên PÇDK’ê yên li Zaxo hat kirin. Li navçeya Zaxo Derkarê di demjimêrên 19:00’an de dema 2 endamên PDÇK’ê xwestin parqartêm hilbijartinê hilawîsin rastî êrîşa endamên PDK’ê hatin. Yek ji wan birayê namzetê Zaxo Mehdî salih Hesen Salih yê din ji hevalekî wî bû. Bi kevir û jopan êriş kirin li ser her dû xebatkaran.Dema ku xwestin bi kevin cihê hêzên ewlehiyê wan ji ne paristin.
Hat ragihandin ku dema xwetine xwe ji cihê bûyerê dûr bikirin vêcarê endamên PDK’ê bi çekan êriş kirin li ser erebeya wan. Bi zorê xwe xilas kirîne . Al û wêneyên ji bo xebatên hilbijatinê hatîn hilawistin yên PÇDK’ê hatin qetandin. Di êrişê de birîndar çênebûn lê di warê madî de zererek mezin çêbû.