Li eyaleta Connectîcut a DYA’yê li dibistaneke seretayî di encama êrîşa çekdarî de herî kêm 28 kes mirin. AP diyar kir ji miriyan 18 heb zarok in.
CNN International jî da zanîn ku ji kesên ku rakirine nexweşxaneyê rewşa 3 kesan girane. Li gorî nûçeyên çapemeniya Amerîkan, bûyera li dibistana seretayî ya Sandy Hook pêk hatiye li gorî saeta herêmî 09.40’an de pêk hatiye.
Berdevkê polîsên eyaletê Paul Vance da zanîn ku êrîşkar li cihê bûyerê miriye. Bûyera li bajarê Newtown, weke komkujiya herî bi xwîn ya duyemîn a dîroka DYA’yê dibîne. Di 2007’an de di serdegirtina Zanîngeha Virginia Polîteknîk de 32 kesî jiyana xwe ji dest dabû.
Îsal di nîşandana fîlmê Batman de a li Colorado de êrîşkarekî raste rast gule barandibû û 12 kes miribû. Di meha tebaxê de li Wîscosîn li hemberî perestgeha Sih êrîş pêk hat û 6 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.
Êrîşkarê ku êrîşê dibistana Sandy Hook kir temenê wî nêzî 20’an e. Nêzî 600 xwendekaran li wê dibistanê perwerdeyê dibîne.
Berdevkê Koçika Spî Jay Carney got serokwezîrê DYA’yê Barack Obama der barê bûyerê de her dem bi dem agahiyan digire.