Li DYA’yê piştî komkujiyê rekora firotina çekan

Li DYA’yê piştî komkujiyê rekora firotina çekan

Piştî bûyera li Amerîkayê ku 20 jê zarok 26 kest hatin qetilkirin li Newtown di firotina çekan de zêdebûn çêbû. Sedema komkujiyên jî tiryakîbûna çekan tê dîtin.

Di 14’ê kanûnê de li eyaleta Connectîcut a bakurê Amerîkayê li Newtown li dibistana seretayî ya Sany Hook di êrîşa çekdarî de 20 jê zarok 6 jin hatin kuştin. Êrîşkar bi çeka muharebê êrîşê zarokan kiribû.

Piştî vê bûyerê şîrketên çekan û kesên bi çek yên DYA’yê hatin lêpirsîn. Li dijî îhtîmala ku dê çek bên qedexekirin firotina wan rekor şkand. Serokwezîrê DYA’yê Barak Obama di kongreyê de bang kir ku bila firotina çekên bi şarjor yên kapasiteya wan bilind û çekên otomotîk bên qedexekirin.

Ji şîrketa herî mezin a cîhanê ya ku amûrên mezin ên şer hildiberîne Peter Brownel diyar kir ku piştî qetilkirinê di firotina şarjoran de firotineke mezin çêbûye û di 3 rojan de ji 3 salan zêdetir çek hatine firotin.

Rojnameyên herêmî diyar kir k udi fuarên çekan de jî firotina çekan zêde bûye û got ev rewş hema hema li her derê tê dîtin.