Li Ebexê piştî 5 salan gor hat vekirin

Li Ebexê piştî 5 salan gor hat vekirin

Li gundê Kelê yê girêdayî Ebexa Wanê li ser esasê biryara otopsiyê ya têkildarî doza qetilkirina xwendekarê lîseyê Îbrahîm Atabay û gerîlayên HPG’ê Necmî Efrîn û Sunullah Kesercî (Sîpan) kgora Kesercî hat vekirin. Parêzerê Kesercî Nûrî Kesercî, "Bi zanebûn dîroka otopsiyê, taloqî piştî qetilkirinê bi 4 salan kirin. Ji ber tê zanîn ku di nav wê pêvajoyê de goşt ji hestî qut dibe û delîl ji holê radibin lewma biryar hat girtin ku karûbarên otopsiyê îro bên kirin” û nerazîbûn nîşan da.

Li gundê Kelê yê girêdayî Ebax a Wanê di 7’ê Cotmeha 2009’an de leşkerên girêdayî Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê di operasyonê de ku gerîlayên HPG’ê Sunullah Kesercî (Suphan) û Necmî Efrûn û xwendekarê dibistana amadeyî Îbrahîm Atabay bi saxî dîl girtin, ji aliyê tîmên taybet ên ji Fermandariya Alaya Wanê ve ku sewqî herêmê hatin kirin, hatin înfazkirin. Têkildarî bûyerê ku doz hatibû vekirin di rûniştina dawî ya Dadgeha Cezayê Giran a Enqere de li ser daxwaza malbata Kesercî gor hat vekirin.

Bi armanca îspatkirina înfazê li ser esasê biryara dadgehê, birayê Kesercî parêzer Nûrî Kesercî, Serokê Baroya Bedlîsê Enîs Gul, ji Baroya Wanê parêzer Cemal Demîr, Serokê Şaxa Bedlîsê ya ÎHD’ê Bakir Yazi û rêveberên Şaxa ÎHD’ê li gundê Akçira yê Norşînê li benda heyeta dadagehê man.

Piştî demekê ku heyeta Dadgeha Cezayê Giran a Norşînê û leşkerên girêdayî Fermandariya Jendermeyan a Norşîn hatin gund xebatên kolandinê destpê kirin.

KESERCî: TEVÎ 9 ŞAHIDÊN VEŞARTÎ DOZ TÊ DIRÊJKIRIN

Parêzer Nûrî Kesercî, beriya vekirina gorê ku daxuyanî da got ku tevî pêvajoya muzakereyan jî doza li Erdîşê bi sedema ewlekariyê neqlî Enqereyê hatiye kirin.

Parêzerê Kesercî Nûrî Kesercî, "Bi zanebûn dîroka otopsiyê, taloqî piştî qetilkirinê bi 4 salan kirin. Ji ber tê zanîn ku di nav wê pêvajoyê de goşt ji hestî qut dibe û delîl ji holê radibin lewma biryar hat girtin ku karûbarên otopsiyê îro bên kirin” û nerazîbûn nîşan da.

Piştî axaftinan ku Dadgeha Cezayê Giran a Norşînê û leşkerên girêdayî Fermandariya Jendermeyan a Norşîn hatin gund xebatên kolandinê destpê kirin û ji aliyê 3 gundiyan ve kolandinê destpê kir. Tevî gor hat vekirin jî heyet bi saetan li benda sindoqa ku ji bo karûbarên otopsiyê wê hestiyan têde bicih bikin. Piştî karûbarê kolandinê qediya ji bo tabûtê ku sîparîş dan xerat kesên li wir matmayî man. Piştî hatina tabût cenazeyê Kesercî kirin tabûtê û ji bo otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê.