Li Eburasayn Kurdan neçariyê koçberiyê dikin

Li Eburasayn Kurdan neçariyê koçberiyê dikin

Li bajaroka Eburasayn  Derbisiyê ku gelên ereb, kurd û asurî bi hev re dijînde Kurdan û Asuriyê zorê koçberiyê dikin. Li pişt vê lîstika qirêj Navaf El Beşîr ku Tirkiye piştgiriyê didê heye.

Li Serêkaniyê ya Rojava ji meha mijdarê heta niha beriya êrîşan li bajaroka Eburasayn a girêdayê Derbisiyê Kurd, Ereb û Asurî bi hev diman. Li bajarokê çend çand bi hev re bûn. Heta li Serêkaniyê êrîşan dest pê kir… Piştî van êrîşan şûnde planên qirêj yên wekê Kurd-Ereban bixin nava pevçûnan xistin dewrê.

MÎMARÊ PLANÊ NAVAF EL BEŞÎR E

Di dema ewil ya şoreşa Rojava de kurê Şêxê eşîra Harbavî Ubyed El Xelîl, Muhammed Harbavî, bi serokê Meclisê Abîd Xelîl re  ku di pevçûneke li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest da, di meclisa bajar de cih digirt. Lê piştî hemû hêzên rejîma Baas ji herêmê hatin derxistin, Tirkiyeyê plana şerê navxweyî yê Kurd-Ereban xist dewrê. Mîmarê planê Tirkiye, peywira pêkanînê  da serokê Eşîra Bagara û demê parlamenterê Deyrezzor bû Navaf El Beşîr. Piştî Beşîr ket dewrê Muhammed Harbavî jî ligel wî cih girt û ji pevçûnê re pêşengî kir.

KURD KOÇÎ DERBISÎ Û AMÛDÊ, ASÛRÎ KOÇÎ HESEKÊ DIKIN

Mamê wî Halît Ubeyd El Xelîl bi zarokên xwe re kurd û Asuriyên li Eburasayn diman, ji bo koç bikin zext lê kirin.  Gefa ‘Em dê we ji bûyeran berpirs bigirin’ li kurdan xwarin û neçarî koçberiyê kirin. Ji ber vê gelek kurdên li Eburasyan  dijîn koçî Derbisiyê û Amûdê dikin. Asurî jî koçî Hesekê dikin.

Lê ev nêzîkatiya Harbavî din ava eşîrê de jî rê li ber bertekan vekir.  Endamên eşîrê diyar kirin ku ew dê Hasan Ubeyd El Xelîl wekê serokê eşîrê qebûl nekirn û helwest nîşanê vê polîtîkayê da. Malbatên Berhot, Hamîd, Zêgem û Hayat diyar kirin ku dê nebin amûrê vê polîtîkaya qirêj û gotin dê bi Harbavî re tevnegerin.

EŞÎRA WÎ PIŞTGIRIYÊ NADÊ

Erebekî ji Eburasaynê ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku piştî êrîşên Serêkaniyê Ebu Harbavî rengê xwe yê nîjadperest diyar kiriye û wiha got: “Ev bi salan bû em bi kurd û asûriyan re li vir dijiyan. Tu pirsgirêka me tune bû. Em hemû ji hev re bi hurmet bûn. Em li hemberî çand, nasname û zimanê hev bi hurment bûn. Harbavî û malbata wî jî wisa bûn. Heta di meclisa ku kurdan ava kir de wek nûner cih dan wî.  Lê piştî dewlet ji aliyê kurdan ve ji vir hate derxistin, wî rengê xwe derxist holê. ji bo çend kuruş berjewendiya xwe bi Navaf El Beşîr re bû yek. Piştre li hemberî me gelan dijminahî kir.

LI HERÊMÊ 72 GUNDÊN KURDAN HENE

Welatiyê ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku wan armancên Muhammed El Harbavî, piştî ku Navaf El Beşîr ji Televîzyona El Cezîre re got fêm kirine û got: “Navaf El Beşîr ji tv El Cezîre digot ji Tiltemîr heta sînorê Tirkiyeyê heta gundê Aradê hemû axa me  ye. li van axan kurd dijîn. Yanî axa me û ya kurdane.  Lê Beşîr dibêje ev axa me ye. dibêjin em dê Kurdan ji vir derxînin, dibêje em wesiyeta kalê min e. Herêma ku ez dibêjim 72 gundên kurdan lê hene.  Li pişt vê armanca wî ya xerab, derxistina pevçûneke navxweyî ye. Piştî me ev fêm kir me helwest nîşan da. Wan jî ev der terk kir.  lê hêj kesên çekdar yên girêdayê wan li vir hene. Ji ber vê jî ewlehiya me tune.

Kurdan em li vir kirin yek. Yanî din ava gelan de pergala piştevanî û yekitiyê ava kirin.  lê Tirkiyeya ku ev hezm nekir çete xistin dewrê. Van çeteyan beriya Tirkiyeyê polîtîkayên rejîmê pêk dianîn. Ni ha jî yên Tirkiyeyê dişopîne.  Lê Kurd nehatin vê lîstikê. Ereb, Asurî, Ermenî, Çeçen û Çerkez xistin nava pergala xwe û lîstika wan ya qirêj vala derxist.

GELO TIRKIYEYÊ 200 MÎLYON DOLAR DA BEŞÎR?

Navaf El Beşîr yê 59 salî kut ê gotin li Stenbolê dijî li xwe mikur hatibû û piştgiriya ji Tirkiyeyê girtibû wiha îfade kiribû: “Tirkiyeyê di alî leşkerî, aborî û manewî de piştgirî da me. em spasiyê xwe dikin.” Serokê PYD’ê Salîh Muslîm der barê piştgiriya ku tirkiyeyê dabû Beşîr de agahiyên balkêş dabû. Muslum diyar kir ku ji bo Nava Beşîr ji bo êrîşa Serêkaniyê200 mîlyon dolar hatiye dayîn.