Li Edenê bi sedan ciwan ji bo Rojava meşiyan
Li Edenê bi sedan ciwan ji bo Rojava meşiyan
Li Edenê bi sedan ciwan ji bo Rojava meşiyan
Aktîvîstên Meclîsa Ciwanan BDP'ê, bi meşekê komkujiyên li Rojava şermezar kirin. Ciwanan dan xuyakirin ku şoreşa Rojava bi karektera xwe ya îdeolojîk re şoreşeke ciwanan e û destnîşan kirin, ku xwedîderketina li Rojava sedema hebûna ciwanan e.
Li Edenê, aktîvîstên Meclîsa Ciwanan a BDP'ê bi armanca şermezarkirina şermezarkirina komkujiyên li Rojava rû didin, li kolana Cuma Pazari ya Taxa Yûnûs Emre ya navçeya Yuregîr a Navenda Edenê hatin cem hev. Di meşa ciwanan de, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Yuregîrê Mehmet Bayram û rêveberên bajar û navçeyên Edenê yên BDP'ê amade bûn.
Ciwanan pankarta bi nivîsa "Destê xwe ji dîroka me, çanda me, zimanê me û destê xwe ji Rojava vekişînin" vekirin û heta Taxa Anadolû meşiyan. Ciwanan di meşê de aleke mezin a PKK'ê vekirin û dirûşmên "Bijî Berxwedana Rojava", "Bijî YPG", "Şehîd Namirin" û "PKK gel e gel li vir e" qîriyan.
Jinên pîr ên rengên kesk, sor û zer hilgirtin, bi tililî û çepikên xwe bêdengiya şevê zindî kirin. Welatiyên li rêgeha meşê rûdiniştin jî derketin şaneşînên xwe û bi çepikan piştgirî dan ciwanan. Piştî meş temam bû, ciwanan ji bo bîranîna têkoşerên di rêya azadî û demokrasiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz girtin.
'ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞEKE CIWANAN E'
Dûre aktîvîstê ciwanan ê BDP'ê Emrah Ûgûrlû daxuyaniya çapemeniyê xwend. Ûgûrlû bal kişand ser komkujiyên li Rojava rû didin û destnîşan kir ku bi karektera xwe ya îdeolojîk û bi asta xwe ya berxwedanê re şoreşa Rojava beriya her tiştî şoreşeke ciwanan e.
Ûgûrlû diyar kir ku tê xwestin, şoreşa hemû çînên bindest, çand û gelan bi komkujiyan bê astengkirin û got, "Hêza navendî rêxistinkirina çeteya El Nûsra û qada plansaziya êrîşên li dijî Rojava, deshilatdariya AKP'ê ye. Bi ambargo û komkujiyan re tê xwestin, vîna gelê bindest a piştî sedan salan yekemcar di sedsala bîst û yekan de şewq dike, bifetisînin. Ev êrîş li dijî gel û ciwanên Kurd e. Lewma ciwanên Kurd, dê xwedîderketina li şoreşa rojava weke sedema hebûna xwe bibînin û di oxira vê de bi her awayî berdêlan bidin. Em dixwazin bi awayekî zelal bînin ziman; her operasyoneke çeteyên mîna El Nûsra, ne tenê li Rojava li Tirkiye, Iraq û Sûriyê rastî nerazîbûna tevahiya Kurdan tê."
Ûgûrlû di daxuyaniya xwe de, êrîşa li dijî "Goristana Şehîdan a Egîd Sûrûç" a li ser Çiyayê Bagokê jî, bi tundî şermezar kir.
Bi xwendina metna çapemeniyê re, çalakî bi dirûşme û çepikan bi dawî bû.