Li Edenê ciwan ji bo Rojava daketin kolanan
Li Edenê ciwan ji bo Rojava daketin kolanan
Li Edenê ciwan ji bo Rojava daketin kolanan
Li Edenê, ciwanên Kurd ji bo komkujiya li Rojava şermezar bikin daketin kolanan. Li ser destwerdana polîsan pevçûn derket û di encamê de maşîneke zirxî ya polîsan a bi tîpa "akrep" hat qelibandin.
Li navçeya Edene Seyhanê, komek ji ciwanên rûpêçandî li Bûlvara Başûr a taxa Hurriyetê hatin cem hev û ji bo balê bikşînin ser komkujiya li Rojava, rê li trafîkê girtin. Lê belê çalakiya ciwanan li destwerdana polîsan a bi maşînên zirxî, ava şid û bombeyên gazê rast hat. Ciwanan jî bi kevir û molotofan bersiv dan êrîşa polîsan û pevçûn mezin bû.
Di vê kêliyê de maşîneke zirxî ya polîsan a bi tîpa "akrep" dema ji molotofên ciwanan direviya, qelibî. Di encamê de 3 polîs birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê. Ciwanan jî çalakiya xwe heta demekê dewam kirin û dûre li nava kolanan belav bûn.