Li Edeneyê 6 kes hatin girtin
Li Edeneyê 6 kes hatin girtin
Li Edeneyê 6 kes hatin girtin
Li Edenyê ji 11 kesên li 4 bajaran bi îdîaya "Endamên THKP-C'ê ne" hatin binçavkirin jê 6 kes hatin girtin.
Di 3'yê kanûnê de yekîneyên midûriyeta polîsan li Edene, Hatay, Antalya û Enqereyê bi ser gelek navnîşanan de girt û d serdegirtina malan de 11 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin sewqî dozgeriya komarê ya Edeneyê hatin kirin. Li Dadgeha Edeneyê jî ji 11 kesan jê 6 kes bi îdîaya "Endamên THKP-C'ê ne" hatin girtin. Kesên hatin girtin wiha ne: Deniz Dogru, Ferit Meynîoglu, Fikret Aslan, Mehmet Guzel, Celal Nihatoglu û Metin Ustun şandin Girtîgeha tîpa F a Kurkçulerê.