Li Edeneyê êrîşa li dijî Goristana Bagokê hat şermezar kirin
Li Edeneyê êrîşa li dijî Goristana Bagokê hat şermezar kirin
Li Edeneyê êrîşa li dijî Goristana Bagokê hat şermezar kirin
Bi hezaran kesên ku li Edeneyê kom bûn, êrîşa cendirmeyan a li dijî Goristana Şehît Egît Surûc a 44 gorên gêrîlayên PKK’ê lê hatine definkirin, bi meşek girseyî şermezaer kir.
Piştî cendirmeyan bi fermana waliyê Mêrdînê êrîşî Goristana Şehît Egît Suruç a li Çiyayê Bagokê kir, bertek û nerazîbûnên welatiyan her ku diçe zêd dibe. Bi hezaran welatiyên ku li ber Nûnertiya BDP'ê ya Daglioglu ya li Kolana Bahçelievler ya taxa Dağlioglu ya Seyhana Edeneyê kom bûn, êrîşa goristanê şermezar kir.
Girseya ku li ber nûnertiya BDP'ê kom bûn, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, poster û wêneyên gêrîlayên PKK’ê alên PKK'ê bilind kirin û bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Kerdogan", Şehîd namirin", "Destê dirêjî gorên şehîda dibin bişkên", "Bê Serok jiyan nabe" û "Ocalan Ocalan" berz kirin. Girseyê rêya Bahçelievler li trafîkê girt û piştre ber bi Pazar Înê ya taxa Gulbahçe ve meşiyan. Bi hezaran welatî û rêveberên BDP'ê, TUHADER, Dayikên Aştiyê, MEYADER, DOKH, BDP, Meclisa Jinê û Meclisa Ciwanan a BDP'ê, ji 7 salî heta 70 salî tev li meşê bûn.
Girseya ku heta Kolana Pazara Înê meşiyan li vir rê li trafîkê girt. Rêveberê BDP'a Edeneyê Hasan Kocaman daxuyanî da û êrîşa li dijî gora gêrîlayên PKK’ê ya di 2'ê Îlonê de li Çiyayê Bagokê pêk hat bi zimanekî tund şermezaer kir û diyar kir ku ev bi tu cari nayê qebûlkirin.
Çalakî bi silogana "Şehît namirin" bi dawî bû.