Li Edeneyê hezaran kesan konê sersaxiyê yê gerîlayên PKK'ê ziyaret kirin
Li Edeneyê hezaran kesan konê sersaxiyê yê gerîlayên PKK'ê ziyaret kirin
Li Edeneyê hezaran kesan konê sersaxiyê yê gerîlayên PKK'ê ziyaret kirin
Li Edenê bi hezaran kes çûn serdana konê sersaxiyê yên ji bo gerîlayên PKK'ê Nezahat Guneş (Dilber), Emîne Ûygûn (Berçem Botan), Ekrem Ozkaya (Bager) û Gulîstan Yalçin hatibû vedan. Di serdanê de banga piştgiriya bi gel û şoreşa Rojavayê Kurdistanê hat kirin.
Şaxa MEYADER'ê ya Edeneyê û BDP'ê ji bo gerîlayên PKK'ê Nezahat Guneş (Dilber), Emîne Ûygûn (Berçem Botan) û Ekrem Ozkaya (Bager) ku di sala 1990'î de jiyana xwe ji dest dan li navçeyên Seyhan û Ceyhanê yên Edeneyê konê sersaxiyê vedan.
Li gel rêveberên BDP, MEYADER, TUHADER, KURDÎ-DER, NÇM, DOKH, endamên Ciwanên BDP'ê, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, bi hezaran kes çûn serdana konên sersaxiyê yên ji bo gerîlayên PKK'ê hat vedan.
Girseya ku li ber Nûnertiya BDP'ê ya taxa Ova kom bûn, di kolanên Ova û Şakirpaşa re heta konên sersaxiyê meşiyan.
Girseyê di ziyareta konê sersaxiyê de ji bo kesên di têkokşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz girt. Piştî rêzgirtinê girse bi yek dengî sirûda "Çerxa Şoreşe" xwend.
Berdevkê MEYADER'a Edenê Murat Turgay diyar kir ku ew li hemberî hemû şehîdan bejna xwe ditewîne û têkoşîna wan rêya wan ronî dike. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Edenê Ûgûr Bayrak jî sersaxî ji malbatan re xwest û anî ziman ku ew weke şervanên azadiyê tev li rûpelê dîrokê bûn.
Xalê gerîlaya PKK'ê Gulîstan Yalçin Abdurrahman Yalçin jî bang li Serokwezîr Erdogan û Mesut Barzanî kir û xwest deriyên sînorê Rojava vekin. Yalçin, destnîşan kir ku helwesta Barzanî ya li hemberî Rojava nayê qekbûl kirin û destnîşan kir ku êdî kes nikare Kurdan bixapîne.
Piştre bi sedan kesan konê sersaxiyê yê ji bo gerîlaya PKK'ê Nezahat Guneş (Dilber) ku li taxa Emekê ya Ceyhanê hatiye vedan ziyaret kir. Bi sedan kesên ku li ber Mizgefta Veysel Karani kom bûn li gel endam û rêveberên BDP'ê MEYADER, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ji 7 salî heta 70 salî tev li meşê bûn. Li vir jî wêneyên 4 gerîlayên PKK'ê û alên PKK'ê hatin vekirin. Girsê di meşê de pankarta wêneyên "Şehîd namirin û Emîne Ûygûn, Nezahat Guneş, Gulistan Yalçin û Ekrem Ozkaya" hatibû nivîsandin vekirin. Girsê ala PKK'ê û wêneyê Nezahat Guneş li pêş vekirin û siloganên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.
Li vir jî hat diyarkirin ku dê li doza şehîdan xwedî derkevin û têkoşîna aştî û azadiyê bilind bikin.