Li Edeneyê meşa meşaleyî

Li Edeneyê meşa meşaleyî

Meclîsa Ciwanan ya BDP’a Edeneyê li dijî fihûş, madeyên hişber, dizî, asîmîlasyon, leşkeriya neçarî û polîtîkayên sîxurkirinê meşekî meşaleyî pêkanîn.

Meclîsa Ciwanan ya BDP’a Edeneyê li semta Denîzlî Edeneyê li dijî fihûş, madeyên hişber, dizî, asîmîlasyon û polîtîkayên sîxurkirinê meşekî meşaleyî pêkanîn. Beriya meşe li Parka Îsmet Paşa şahiyek pêkanîn. Li gel endamên Meclîsa Ciwanan gelek welatî jî tev li şahiyê bûn. Di şahiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan , alên KCK û HPG’ê, her wiha pankartên “Ji madeyên hişber, fihûş, asîmîlasyon, sîxurkirin û dejenereyê re na” û “Kurdistan serhildane, ji Serok Apo re silav e” hilawistin. Bê navber sloganên “Bijî serok jiyan na be”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Şehîd namirin”, “PKK gele, gel li vir e” qîr kirin. 

Şahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Beriya meşê li ser navê Meclîsa Ciwanan Îlyas Yalçin axaftinek kir û diyarkir ku, erk û berpirsyartiya ku kete ser milê Rêberê Gelê Kurd Abdullah û tevgera me bê kêmasî bicih aniye û got: “ Lê belê li beramberî vê hikumeta AKP’ê pêngavekî ku baweriyê bide gelê Kurd neavêtiye. Hêjan di helwesta xwe ya berê de israr dike. Diyare ku hikumeta AKP’ê ji demboriyê ders dernexistine û dê piştî xirab bûyîna pêvajoyê çi rû bide hesab nekiriye. Pêwîste AKP daxwazên gel piştguh neke, guh bide daxwazên gel.”

Yalçin da zanîn ku, “Dixwazin ciwanên mejiyê wan bi madeyên hişber hatî mirandin, jêpirsînê nake, nafikire, li hember pirsgirêkên civakê neşiyar biafirînin û civakê bi fihûşê dejenere bikin, ji pîvanên exlaqî dûr bixînin, bikin sîxur, li hember gelê xwe bikin dijmin, her wiha civakekî hevkar (işbirlikçi) ava bikin.” Yalçin destnîşan kir ku, dixwazin ciwanan ji zimanê wan, dîroka wan û çanda wan veqetînin.

Piştî axaftinê bi sedan ciwan, ji qada şahiyê ber bi avahiya Navenda Tenduristiyê ya semta Denîzliyê meşekî meşaleyi pêkanîn. Piştî meşê ciwan careke din vegerîn qada şahiyê. Di şahiya ku fîşekên hewayî hatin bikaranîn de, hunermendên herêmî derketin ser dike û ciwanan jî govend girêdan.