Li Edeneyê protestoya komkujiya Geverê rastî êrîşa polîsan hat

Li Edeneyê protestoya komkujiya Geverê rastî êrîşa polîsan hat

Li Edeneyê, girseya gel a xwest komkujiya li Geverê protesto bike, rastî êrîşa polîsan a bi ava şid û bombeya gazê hat.

Li navçeya Edene Seyhanê, ciwanên li Bulvara Guney Kûşagi ya Taxa Hurriyetê hatin cem hev, bi armanca şermezarkirina qetilkirina Mehmet Reşît Îşbîlîr, Veysel Îşbîlîr û Bêmal Tokçû yên li Geverê, li ser rêya bingehîn lastîk şewitandin û rê li trafîkê girtin. Ciwanan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê dirûşme qîriyan. Polîsên hatin cihê bûyerê bi ava şid, fîşekên plastîk û bombeyên deng û gazê êrîşî ciwanan kirin.

Ciwanan jî bi molotofkokteyl, kevir û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan. Kom piştî demekê belav bû û dûre li Kolana Saydamê careke din daket kolanan û xwest rê li trafîkê bigire. Polîsên ku hatin cihê bûyerê careke din dest li komê werda û bûyer heta derengiya şevê dewam kir.

Li Kolanên Ova û Şakîrpaşa yên Taxa Ova ya navçeya Seyhanê jî komên ciwanan bi betonên kanalîzasyonê rê girtin. Polîsan li vir jî bi ava şid, fîşekên plastîk û bombeyên deng û gazê dest li koman werdan. Ciwanan jî bi keviran, molotofkokteylan û fîşekên hewayî bersiv dan.

Li aliyê din endamên Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya Edeneyê, bi armanca şermezarkirina komkujiyê li Nûneriya BDP'ê ya Taxa Kuçukdîkîlî hatin cem hev. Kom bi alên PKK û KCK û bi meşaleyan demekê li rêya bingehîn meşiya û belav bû.

Li Kolana Obalar a Taxa Gulbahçe ya Seyhanê jî ciwanan alên PKK'ê li banê du malên li pêşberî hev daliqandin.