Li Edeneyê starta xebatên hilbijartinê hat dayîn
Li Edeneyê starta xebatên hilbijartinê hat dayîn
Li Edeneyê starta xebatên hilbijartinê hat dayîn
Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê starta xebatên hilbijartinên heremî dan.
Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê, li avahiya xwe bi civîna çapemeniyê starta xebatên hilbijartinên heremî yên ku di 30’ê Adara 2014'an de bê kirin dan. ÎHD, Rêveberên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) û nûnerên saziyên civaka sîvîl tevlî civîne bûn. Serokê BDP'ê yê Edeneyê Ugur Bayrak, balkişand ser pêvajoya ku di 21’ê Adara Newroza Amedê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin û wiha got: "Me jî wek parazvanên wê pêvajoyê karên xwe hêzdar kirin. Em armanc dikin ku di qada siyaseta demokratîk de him li Kurdistanê him jî li bajarên Rojava bi hemû dostên xwe re biserbikevin. Em armanc dikin ku 99 şaredariyên xweyê heyî bi parêzin û hijmara xwe du qat bikin. Em li Edeneyê bi HDP'ê starta xweya hilbijartinê didin. Em armanc dikin ku li Edeneyê bi gelek şaredariyê bibin desilatdar. Baweriya meya bi me temame."
Bayrak diyar kir ku serlêdana heta 17’ê Cotmehê qebûl dikin.