Efrîkaya Başûr biryar da ku berhemên Îsraîlê yên li koloniyan tên çêkirin etîket bike. Ev biryar ji aliyê rêveberiya Filistînê ve hate silavkirin û Îsraîlê jî protest kir.
Desteya Wezîran a Komara Efrîkaya Başûr, pêşnûmeya berhemên ji cîwarên Cihûyan ên li Şerîaya Rojava tên weke ji “Axa Dagirkirî ya Filistînê tên” qebûl kir û dest bi etîketkirina berhemên ji van herêmên di bin dagirkeriya Îsraîlê de tên kir.
Li Efrîkaya Başûr şêniyek mezin a Cihûyan bi taybet li paytext Petroriayê heye. Komara Efrîkaya Başûr dest bi etîketkirina berhemên ji herêmên kolonî yên di bin destê Îsraîlê de tên kir.
Wezareta Derve ya Îsraîlê, bangî balyozê Efrîkaya Başûr ê li Îsraîlê kir û ev biryar protesto kir. Filistînê jî ev biryar silav kir û ji welatên Ewropayê xwest ku heman biryarê bidin.
Hejmarek girîng a Cihûyan li Efrîkaya Başûr heye. Ev welat ji sala 1994’ê ve di şerê Îsraîl û Filistînê de polîtîkayek bê alî dimeşîne.