Li Efrîkaya li rojavayê bakurê Markîna di madena Lonmîn platîn polîsan êrîşê karkerên di grevê de bûn kirin û polîsan 36 kes qetil kirin.
Wezîrê polîsan Nathî Mthethwa got; “Gelek kes birîndar bûne û hejmara miriyan jî her diçe zêde dibe.” Li gorî Sendîkaya Karkên Madenê (NUM) 36 kes mirine.
Li gorî daxuyaniyên fermî polîsan tenê bombeya gazê û guleyên platîk bi kar aniye. Ajansa çapemeniyê ya SAPA diyar kir ku cara pêşî 18 cenaze li erdê bûn. Reuters ragihand jî polîsan bi çekên giran û têlan barîkat avakirin û bi 3 hezar karkerên ocaxê re pev çûne.
Ocaxa madenê ya li rojhilatê bakurê Johannesburgê ye ji aliyê şîrketa Lonmîn tên birêvebirin. Di dîmenên ji aliyê Reutersê hatin weşandin de, tê dîtin ku komeke karkerên madenê ji aliyê polîsan ve tên gulebarankirin.
Bûyer roja înê bi destpêkirina grevê ya sedan karkerî dest pê kir. Kesên ku piştgiriyê ji Sendîkaya AMCU digirin xestin heqdestên xwe 12 hezar 500 rand (1250 euro) bigirin. Di navbera NUM û AMCU de pevçûn derket. Roja pênşemê bi sedan kes di destê wan de hestin û dar li derveyê ocaxa madenê kom bûn.
Karker di bin şert û mercên dijwar de bi 400 euro dixebitin. Karker dixwazin heqdestê wan bibe 1250 euro.