Li Efrîn 10 berxwedêrên Helebê spartin axê
Li Efrîn 10 berxwedêrên Helebê spartin axê
Li Efrîn 10 berxwedêrên Helebê spartin axê
Cenazeyên 10 cangoriyên azadiyê ku pevçûnên 10’ê Îlonê despê kiribûn û hêj didomin yên li taxên Kurdan ên Helebê jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê hezaran kesî ve spartin axê.
Duh di saetên ber êvarê de cenazeyên şervanên YPG’ê Fedekar Polat, Gîvara, Nuredîn Gulo, Zinar Reşîd, Mihemed Elî Şêxo û Endamên Meclîsa Gel a Eşerfiyê Mihemed Selman (bavê Dara), Endamên Meclîsa Gel a Helebê Ebdo Zerdeşt û şervanên Eniya Cebhet El-Ekrad Emar Xelîl û Şahîn Resûl û endamê Asayîşa Helebê Şervan Memo ji aliyê hezaran kesî ve li goristana Şehîd Refîq spartin axê.
Girse, cenaze ji navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê wergirtin û bi karwanekî ji sedan wesayîtan pêk dihat ber bi goristana Şehîd Refîq a li naveçeya Mabata ya Efrînê bi rêkirin. Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Arşem Kurdam, li ser navê YPG’ê Jîndar Efrînî, li ser navê Meclîsa Gel a Helebê Dr. Osman Şêx Îsa, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Sureya Hebeş û li ser navê malbatên her 10 cangoriyên Azadiya Rojava axaftina hatin kirin.
Di axaftinan de bal hat kişandin li ser berxwedana gelê kurd û soza bilindkirina asta tekoşînê hate dayîn.
Piştî axaftinan girseyê cenazeyên 10 cangoriyên tekoşîna azadiya gelê kurd, bi diruşmeyan spartin axê.